06 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 07 Rêbendan 2017
NEW YORK
Mevlut Çavuşogluyê Wezîrê Karên Derva ku pêwendiyên yên li DYAyê berdewam dike piştî hevdîtina bi Antonio Guterresê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) ra pirsên rojnamevanan bersivand.
Çavuşoglu diyar kir ku li Baregeha Încirlikê di çarçoveya NATOyê da hêzên DYA û hevalbendên din hene û got ku ji bo têkoşîna dijî DEAŞê destûrê didin ku balafirên dewletên din jî baregehê biemilînin.
Mevlut Çavuşoglu destnîşan kir ku Tirkiye têkoşîneke mezin li dijî DEAŞê dide û wiha got: "Lê di demên dawîn da hêzên koalîsyonê alîkariyê nadin. Ji bo têkoşîna dijî DEAŞê koalîsyon hatiye avakirin, Tirkiye derfet û îmkanên fizîkî dide, wê hingê hûn çima alîkariyê nadin? Armanc çi ye? Hûn çi dixwazin?"
Çavuşoglu diyar kir ku endamên DEAŞê ji Reqayê ber bi El Babê tên, kordînatên wan dane û wiha pê da çû:
"Çima lê naxin? Çima libendêbûna vê heqê me nîne? Çaxa ku ev nebin jî gelê me dipirse; 'Medem ew ê piştgiriyê nedin, çima Baregeha Încirlikê bi kar tînin?' Ev pirseke mafdar e û dibê bê pirsîn. Yanê nika girtina Baregeha Încirlikê di rojevê da nîne lê belê welatên ku bi taybetî ji bo têkoşîna dijî DEAŞê hatin heke piştgiriyê nedin çi meneya hebûna wan heye. Li gor min gelê me mafdar e. Em her tim bi feraseta gelê xwe bawer dikin. Bi aqlêselîm dipirse; 'Em li vê derê şehîtan didin. Çima piştgiriyê nadin? Çima hatî, çima piştgiriyê nadî?' Ev pirseke mafdar e."
Hevdîtinên Astanayê
Li ser pirseke din Çavuşoglu diyar kir ku ji astengiyên sereke yên li pêşiya hevdîtinên Astanayê binpêkirinên agirbesta li Sûriyeyê ne. Çavuşoglu ragihand ku lîsteya binpêkirinan hat pêşiya wî û dît ku hemû binpêkirin ji hêla rejim û alîgirên wê va tên kirin.
Wezîrê Karên Derva Çavûşoglu destnîşan kir ku ev binpêkirin nayên qebûlkirin û bal kişand ser aliyên ku wê di hevdîtinê da cih bigirin û ragihand ku ev meseleke girîng e û dibe ku bibe pirsgirêkeke din û wiha pê da çû: "Hemû alî wê delegeyên xwe xwe kifş bikin. Ev perçeyekî ji peymanê ye. Him rejim û him jî muxalif wê delegeyên xwe bi xwe hilbijêrin".