Adams, di daxuyaniya xwe de anî ziman ku tu eleqeyeke wî bi cinayetê re nîne û ew bêsûc e û wiha got: "Ez hemû îdiayên ku der barê min de tên kirin red dikim."
Adams, got binçavkirina min ji bo derve îşareteke neyênî bû û wiha domand: "Beriya hilbijartina Parlementoya Ewropayê polêsan dikaribûn kubariyek bikirana û min binçav nekirina, lê wisa nekirin."
Adams diyar kir ku li hemberî wî kampanyayeke şeytanî û bimeqsed tê meşandin û wiha pê de çû:
"Ez bixwe çûm û min ji polêsan re xeberda. Sînn Feîn bi temamî girêdayî pêvajoya siyaysî ya Îrlandaya Bakûr e. ÎRA çû, bidawî bû."
ÎRAyê ji ber hinceta ku ji artêşa Qraltiya Yekbûyî re muxabîriyê dike li Belfasta paytexta Îrlandaya Bakûr di sala 1972yan de li ber çavê zarokên wê Jean MCConvîlle revandibû. Laşê wê jî di sala 2003yan de li qeraxeke Coûnty Loathê ya ku di nava sînorê Komara Îrlandayê de ye wekî çalkirî hatibû dîtin.