Heman Hussein Yaseen,Emrah Akbulak,Bekir Aydoğan
26 Tîrmeh 2022•Rojanekirin: 30 Tîrmeh 2022
Ava germava li Helepçeya bajarê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) ji bo nexweşiyên çerm şifa ye ji ber vê taybetiyê jî eleqeya turîstên xwemalî û biyanî yên li ser germavê zêde ye.
Li Iraqê gelek kesên nexweşiyên çerm bi wan ra hene tevlî nexweşxaneyan ji bo şifayê berê xwe didin germavên li welêt.
Tê gotin ku germava li Celî ya gundê Hewlêrê, Hemama Elîl a li Mûsilê û germava li Hormal a bajaroka Helepçeyê ne ji bo nexweşiyên çerm baş in.

Midûrê Tesîsa Germava Hormalê Hiseyîn Hesen daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku ew li tesîsa xwe ji bajarên cihê yên welêt û ji dervayî welêt mêvanên dixwazin ji nexweşiyên xwe yên çerm ra şifayê bibînin, diezimînin.

- "Ji dervayî welêt gelek mêvan tên"
Hesen destnîşan kir ku li germavê ji bo jin û mêran deverên cihê hene û wiha domand: "Germava li vê derê gelekî kevn e. Li gor lêkolînên tibî ava germavê ji bo nexweşiyên çerm baş e. Kesên tên vê derê û pak dibin diçin û ji nas û dostên xwe ra jî qala vê derê dikin. Bi xêra vê jî him ji çar aliyê welêt û him jî ji dervayî welêt mêvan tên."

Hesen got ku di nav mêvanên tên da hin kesên dixwazin ava germavê bi xwe ra bibin jî hene û ew bîdona avê bi 500 dînarê Iraqê (6 lireyê Tirkiyeyê) difiroşin.
Murteza Emînê 55 salî ku ji Bexdayê hatiye Germava Hormalê ya li Helepçeyê got ku ew ji ber nexweşiya çermê canê xwe hat germavê û wiha domand: "Ji min ra qala vê derê kirin û ka bi kêr tê yan na min jî meraq kir û ez hatim. Bi rastî jî bi kêrî min hat."
Ji ziyaretvanan Sabir Reşîd jî got ku ji bo şifayê hatiye Hormalê û qasî tecrube kir jî av jê ra baş hat.