Esra Taşkın
24 Hezîran 2026•Rojanekirin: 24 Hezîran 2026
Fransaya ku bi rojan e hewa lê pir germ e, li seranserê welêt bi 29.8 pileyan va roja herî germ a dîroka xwe derbas kir.
Li gorî daxuyaniya meteorolojiyê ya Fransayê Meteo-Franceyê, şeva ku 22yê Hezîranê bi şeva 23yê Hezîranê va girê dide, germahî bi şev 21.6 pile hat qeydkirin ku ev di dîroka Fransayê da bû şeva herî germ a welêt.
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku asta hişyariyê li gelek bajaran gihîştiye tutik û sor û germahiya zêde wê heta 25ê Hezîranê dewam bike.
Her wiha agahî hat parvekirin ku germahiya nîvendî di nav rojê da gihîştiye 29.8 pileyan ku ev îro roja herî germ a dîroka Fransayê ye.
Wekî din, li seranserê welêt ji ber germahiya zêde perwerdeya li 1800 dibistanan hat rawestandin.
Birca Eyfelê ya ku yek ji nîşaneyên Parîsê ye ji ber germahiya zêde bi saeta herêmî di saet 16.00î da ji bo mêvanan hat girtin.