NEW YORK
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Ban Kî mun got ku ew ji ber îdiayên 'Koreya Bakur li herêma sînor a di navbera Koreya Başûr û Koreya Bakur de mayin bicîhkirine' bi fikar e.
Di daxuyaniya ku ji hêla Berdevkê Sekreterê Giştî yê NYyê hat dayîn de Ban got ku divê Koreya Bakur li gor peymana 1953 ya ji bo agirbestê hatibû îmzekirin tevbigere û ev rageşî ji holê rabe.
Di 4ê tebaxê de ji ber teqîna mayinan 2 leşkerên ji Koreya Başûr giran birîndar bûbûn û Koreya Başûr daxuyandibû ku sedema vê ciranê wê Koreya Bakur e.