Li Sûriyeyê ev pênc sale şerê navxweyî dewam dike. Ji ber vê jî ji bo sûriyan eyda remezanê ne bi kêf û coş e.
Welatiyên ku li paytext Şamê ya ku di bin dagirkeriya rejimê de ye û yên ku li bajarên Heleb û Îdlîba di destê muxalifan de ye dijîn, bi dilşikestî eyd pîroz kirin.
Ji ber tirsa êrîşên hewayê yên rejimê gelek kes neçû nimêja eydê.
Li Arbîna navçeya Şamê gel çû nimêja eydê û piştî nimêjê jî ew çûn ziyareta goristanê.
Li Anadana navçeya Helebê jî gel çû nimêja eydê.
Hat ragihandin ku li Îdlib û der û dora wê ji ber tirsa êrîşê gel neçû nimêja eydê.
Ji hêla din aktîvîstê herêmî yê li Helebê Mêrvan Seyîd got ku li Helebê rêxistina terorê DAEŞê bi bombeyên warêlê ve êrîşî du mizgeftan kiriye. Seyîd got ku di êrîşê de mirî û birîndar hene.