DUZCE
Hîndekarê Zanîngeha Duzceyê ya Dibistana Bilind a Zimanên Biyanî Alk. Doç. Dr. Wîllîam Samuek Peachê amerîkî û jina wî di sala 1981an de bûn misilman. Peachyê ku piştî bû misilman fêrî Qur'anê bû, 20 salan li ser Qur'anê xebitî û Qur'anê wergerand îngilizî.
Peachyê 69 salî dema ji bo xebatên xwe yên doktorayê hat navçeya Urgupa Nevşehirê, bi îslamê re eleqeder bû. Peachy demekî li Îranê wek mamosteyê îngilizî xebitî. Piştî ku perwerdeya xwe ya doktorayê li Hindistanê qedand di sala 1977an de vegeriya Îranê. Di sala 1979an de jî li Pirtûkxaneya Osmaniyan û Qesra Topkapiyê de dest bi xebatê kir.
Akademisyenê amerîkî û jina wî di sala 1981an de bûn misilman.