MÛSIL
Li Iraqê piştî ku pevçûnên di navbera DAEŞ û pêşmergeyan ên li herêmên bakurê Mûsilê çêbûn û herêm kete destê pêşmergeyan, erebên ku piştgiriya DAEŞê dikirin ji herêmê koç kirin. Ji aliyê din kurdên ku xwe spartibûn Duhok û Hewlêrê jî vegeriyan bajêr.
Li gor nûçegihanê AAyê yê herêmê, dema milîtanên DAEŞê ji Zummar, Tîlked, Rabîa û Keskeya navçeyên Mûsilê vekişiyan û herêm kete destê pêşmergeyanerebên ku piştgirî didan DAEŞê ji heremê koç kirin.
Kurdên ku mecbur mabûn xwe spartibûn Duhok û Hewlêrê jî vedigerin malên xwe. Hin cihan koçên bi lez û bez hebin jî, hin cihan ji ber êrîş û mayinan koç hêdî dibin.
Hat ragihandin ku li Zummarê ji sedî 80 kurd vegeriyan malên xwe. Midûrê nehiyeya Zummarê Muzahim Silêman daxuyand ku beriya êrîşên DAEŞê kurd û erebbi hev re dijiyan, lê niha guherîneke mezin çêbûye.
Silêman daxuyand ku dema 25ê cotmeha 2014an de peçûnan dest pê kir, ji ereban gelekan koçî Enbar, Mûsil û Duhokê kirin û wiha axivî: "Dema ku herêm kete destê pêşmergeyan, kurd vegeriyan malên xwe. Ji gelê me ji sedî 80 an 85 vegeriyan Zummarê. Bi ya min ji sedî 15 jî wê di nêz de vegerin."
Silêman got ku pêşmerge di navbera kurd, ereb, êzdiyan de ferqê nakin û her kesî diparêzin.
Silêman wiha axivî:
"Beriya êrîşên DAEŞê her kes bi hev re dijiya, lê niha malbat, netew û nijad perçe perçe bûn. Hema bibêje hemû ereb ji bilî yên ku alîkariya DAEŞê kirin terka herêmê kirin. Ne diyare ka wê car din vegerin Zummarê an na. Lê kurd vegeriyan. Esnaf dikanên xwe vedikin, dibistanan dest bi perwerdeyê dikin, navendên tenduristiyê xizmetê didin. Pirsgirêka ceyran, av û xazê ji bo niha hatin çareserkirin. Gel êdî li vir dijî û jiyana li vir jiyana konbajaran baştir e."
“Talukeya DAEŞê tune”
Silêman îdia kir ku êrîşên DAEŞê hema bibêje qediyane û wiha dewam kir:
"Talukeya DAEŞê êdî tune. Her kesê ku li vê herêmê dijî girêdayî Mûsilê ye. Ew di bin berpirsyariya hikûmeta navendê ne. Lê xizmetên hikûmeta navîn kêm in. Herêma Kurdistanê him herêmê bi alîkariya pêşmergeyan diparêze, him alîkariyê dişîne û him jî xizmetê dike. Hikûmeta Navend a Iraqê ji bo vê deng nake, lewra her kesî dît ku DAEŞ rêxistineke hov û wehşî ye."
"Avakirina herêmê wê bi salan dewam bike"
Silêman destnîşan kir ku hikûmeta navend mehaneya karmendan dişîne û wiha dewam kir:
"Lê avahî, kargeh, dibistan û nexweşxane xirab bûne. Ji bo avakirina wan hinek pere hatibû şandin, lê ji bo vî karî ev pere têrê neke. Piştî ku Mûsil bi tevahî hat rizgarkirin ancax wê demê ji nû ve dikarin bajêr ava bikin. Ev jî wê bi salan dewam bike. Ev herêm him ji hêla çandiniyê ve û him jî ji hêla neftê ve dewlemend e. Bi tenê bila Iraq vê belaya terorê xilas bibe, bajar û navçeyên xweşiktir yên bên avakirin."
Mûsil di 10ê hezîrana 2014an de kete destê DAEŞê. Ewil di navbera DAEŞ û pêşmergeyan de pevçûn derneket. Lê di 3ê tebaxa 2014an de DAEŞê êrîşî herêmên Mûsilê yên ku di destê herêma Kurdistanê de ne kir û gelek cih bi dest xist. Li ser vê pêşmergeyan jî êrîşî DAEŞê kir û herêmên kete destê rêxistinê paş ve hilda.
Zummar, Rabîa, Tîlkef û Keske di 25ê cotmeha 2014an de ji destê DAEŞê hatibûn xilaskirin.