Fatih Gazioğlu
16 Gulan 2018•Rojanekirin: 16 Gulan 2018
KUALA LUMPUR
Li Malezyayê Enver Îbrahîmê serokê mixalefetê yê ku ji sala 2015an heta niha di girtîgehê de bû serbest hat berdan.
Li gor daxuniya ku ji Qesra Kraltiya Malezyayê hat dayîn, Enver Îbrahîm bi efûya kraltiyê serbest hat berdan.
Enver Îbrahîm piştî biryara efûkirinê ji nexweşxaneya ku dihat dermankirin derket. Îbrahîm gava ku ji nexweşxaneyê derket ji alîgirên xwe û nûçegihan re destê xwe hejand.
Enver ji vê derê derbasî Îstana Negaraya Qesra Kraltiyê bû.
Mahathîr Muhammedê Serokê Îtifaqa Harapan Rakyatkuyê (Hêviya Gel) di hilbijartinên 9yê gulanê wekî Serokwezîr hatibû hilbijartin.
Muhammed beriya hilbijartinê daxuyaniyek dabû û gotibû gava ku ew bû Serokwezîr wê bona berdana Enver Îbrahîm bixebite.
Enver Îbrahîm di hilbijartinên sala 2008an de serkeftî bûbû lê di hillbijartinên li meclîsê de têk çûbû.
Enver Îbrahîm bi îdiaya destdirêjiyê dihat sucdar kirin û di 7ê adara sala 2014an ji aliyên mehkemeyê va bi 5 salan hatibû cezakirin.
Enver ev 5 sal bûn di girtigehê de bû.