ŞANLIURFA
Seyisên ku hespên cins ên bihayê wan gelekî zêde ye xwedî dikin piraniya wextê xwe jî li hîpodromê derbas dikin.
Li Tirkiyeyê pêşbaziya hespan li 9 bajaran tê kirin û bi hezaran kes bi saya van pêşbaziyan debara xwe dikin. Di nav van kesan de yên ku herî zêde balê dikşînin ser xwe jî seyîs in, lewra seyîs li odeyeke ku li ser tewla hespan tê çêkirin dimînin.
Seyîs serê sibehê zû radibin û tên tewlê, nêzî nîv saetî hespê timar dikin û paşê jî wan derdixin qada antremanê û teslîmî siwarê wan dikin. Di dema antrenmana ku nêzî saetekê didome de jî bi paqijkirina tewle û karên din re eleqedar dibe. Seyîs piştî temrînê jî xwedan û simên hespê yên ku di nav qûm û heriyê de dimînin paqij dike. Paşê jî ji bo hespê cins alifê ku ji mûz, çîlek û porteqalan pêk tê amade dike.
Hesp nêzî saetekê bêhna xwe dide û ji pey bêhndayînê re jî seyîs wê alifê taybet ê ku ji bo hespê amade kiribû didê û vî karê hanê rojê du cara dubare dike.
- Ji hespan re qala derdê xwe dike
Ekrem Altinê seyîsê hespê bi navê "Akinalp" ku di gelek pêşbaziyan de bi ser ket daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku ev kar ji kalê wî jê re maye û 25 sal e vî karî didomîne.
Altin destnîşan kir ku ew hespan wek zarok û neviyekî ji malbata xwe dihesibîne, sê hespên cins ên îngilîz û dudu jî yên ereb bi tevahî seyîsiya 5 hespan dike.
Altin ragihand, kesê ku hespan baş nas neke nikare seyîsiyê bike û got ku ew ji hespan re car caran qala derdê xwe dike û wiha pê de çû: "Hespên ku ez xwedî dikim dema di pêşbaziyan de bi ser dikevin ez ji kêfê nikarim bikevime xewê. Ez berefehmî bûme nebûme bi vî karî re eleqedar im. Em ji vî karê xwe hez dikin. Em aşiqê hespan in, ew jî aşiqê me ne. Heta emrê min hebe ezê vî karî bikim."