HEWLÊR
Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Nêçîrvan Barzanî bi Balyozê DYAyê yê Bexdayê Stuart Jones re hevdîtin kir.
Li gor daxuyaniya ku ji malpera fermî ya hikûmeta HKIyê hat dayîn di hevdîtinê de li ser mijarên peymana neftê ya di çarçoveya têkiliya Bexda û Hewlêrê de û neşandina budçeyê, ziyareta dawî ya Mesûd Barzaniyê Serokê HKIyê ya DYAyê û civînên ku wir kirin, sekinîn.
Barzaniyê ku di daxuyaniyê de cî dan axaftina wî dubare kir ku der barê peymana neftê ya Bexda û Hewlêrê de hikûmeta HKIyê girêdayî wan sozan e ku dabûye û wiha axivî: "Hikûmeta Kurdistanê ji serî heta niha girêdayî peymanê maye û çi hewce kiribe ew bi cî aniye. Em li bendê ne ku birêvebiriya Bexdayê jî wekî ku di peymanê de hat diyarkirin temamiya budçeya me bişîne. Çi ket ser milê me, me kir. Em dixwazin ku hikûmeta Iraqê jî berpirsyariya xwe bi cî bîne. Peyman dê bi vî awayî bê tetbîqkirin."
Barzanî xwest ku arîkarî û piştgiriya ku DYA di têkoşîna li dijî DAEŞê de dide hêzên pêşmergeyan û arîkariya ku ji bo penaberên li Herêma Kurdistanê dide berdewam bikin û got "Em hêvî dikin ku DYA vê mijarê cidî bibîne. Arîkariya ku ew dê vê maweyê de bide me ji bo me gelekî girîng e."
Jones jî li ser neşandina budçeyê û nedayîna mehaneyên karmendan sekinî û da zanîn ku piştgirê wê peymanê ne ku di navbera Hewlêr û Bexdayê de hat kirin.
Jones bal kişand ku aliyên sunî yên li Iraqê di vê pêvajoyê de divê roleke aktîf bilîzîn û da zanîn ku di operasyonên xilaskirina herêmên di destê DAEŞê de jî ev hêman divê peywir bigirin.
Jones destnîşan kir ku arîkariyên DYAyê yên ji bo hêzên pêşmergeyan û HKIyê dê berdewam bikin û bi bîr xist ku di ziyareta Mesûd Barzanî de jî ev mijar hatin axaftin û di vê mijarê de soz dan wî.