TBMM
Hevserokê Giştî yê HDPyê Selahattîn Demirtaş got "Birêz Recep Tayyîp Erdogan heta ku HDP hebe, heta ku HDPyî li ser vê axê bêhna xwe bidin û bistînin tu dê nikaribî bibî serok. Birêz Recep Tayyîp Erdogan, em ê nehêlin ku tu bibî serok, em ê nehêlin ku tu bibî serok, em dê nehêlin ku tu bibî serok."
Demirtaş beşdarî komcivîna partiya xwe ya TBMMyê bû û wir axivî. Demirtaş diyar kir Servet Arasa diya Îbrahîm Arasê ku par di xwepêşandanên bêdestûr ên li Adanayê yên ku bi hinceta tiştên ku li Lîceyê qewimîn hatin kirin de mir û Bakî Arasê bavê Îbrahîm Aras di komcivînê de ne.
Selahattîn Demirtaş wiha axivî: "Ev lêgerîna edaletê dê hemû bi hev re berdewam bike. Helbet dê lêgerîna me ya edaletê ya ji bo hemû zarokên me dê berdewam bike."
Demirtaş got "Ez dîsa dibêjime mamosteyê me Haydar ê ku 37 salan li sirgunê ma, ji welatê xwe hat veqetandin, wekî kulîlkekê ji axa xwe hat dûrxistin lê qet neçilmisiye bi awayekî ser xwe vegeriya nav me, dibêjime Haydar Işik 'tu bi xêr hatî.'"
-"Em ê belkê jî komcivîna xwe ya herî kurt a dîroka xwe bikin"
Demirtaş got "A rast ez îro ji bo ku hevokekê tenê bibêjim derketim ser dikê. Em ê belkê jî komcivîna xwe ya herî kurt a dîroka xwe bikin" û wiha axivî: "Ez dixwazim vir dubare bikim û bi bîr bînim ku me soz da gelê xwe ku em ê dev ji rêgezên demokrasî, aştî û azadiyê bernedin, em ê tu carê dev ji van bernedin."
Demirtaş got "Em partiyeke bazariyê, hereketeke bazariyê nînin. Di navbera me û AKPê de bazariyeke qirêj çênebû, dê tu carî çênebe. Danûsitandineke qirêj, hevkariyeke qirêj tu carî çênebû û dê tu carî çênebe jî."