HEWLÊR
Serokê Herêma Kurdistana Iraqê Mesûd Barzanî destnîşan kir ku dev ji serxwebûn û referandûmê bernadin û wiha got: "Sed DÎŞI û hezar DÎŞI jî werin wê pêvajoya serxwebûn û referandûma Herêma Kurdistanê dewam bike."
Barzanî li Selahedîna Herêma Kurdistanê li qesra serokatiyê fermandarên pêşmergeyan ên ji Kobanêyê hatin qebûl kir. Barzanî der heqê têkçûna Mûsilê, xetayên Serokwezîrê berê Nurî el-Malikî, têkoşîna li dijî DÎŞIyê û pêşeroja Herêma Kurdistanê da axivî.
Barzanî diyar kir ku ji Kobanêyê heta Celawleyê di qadeke hezar û 50 kîlomêtroyî da li dijî DÎŞIyê şer dikin û wiha got: "Di serî da em rastî rewşeke neyînî hatin, lê ev şer e birayên min. Di şer da meriv carna ser dikeve carna jî têk diçe. Meriv carna dijminê xwe têk dibe û carna jî paşva vedikişe. Ya girîng zindîbûna îradeyê ye. Îradeya gelê kurd nayê şikandin."
Barzanî destnîşan kir ku berxwedana pêşmergeyan li dinyayê deng veda û wiha got: "Di hemû civînan da navê pêşmergeyan tê hildan. Yekîneyên ku ji milîtanên biyanî pêk tê û jê ra dibêjin 'leşkerên xilafetê' bi destê leşkerên Herêma Kurdistanê belawela bûn."
- "DÎŞI berdewama El-Qaîdeyê ye"
Mesûd Barzanî destnîşan kir ku DÎŞI berdewama El-Qaîdeyê ye û wiha axivî: "DÎŞI rêxistineke nû nîne. Piştî mirina Usame bîn Ladîn ji ber hin îxtilafan derketiye holê. Lê wek armanc û fikir eynî ne. Salek berê li Iraqê girseyeke DÎŞIyê hebû û ber bi rojavayê Mûsilê va hatin. Xwestin li wir 3-4 yekîneyan ava bikin. Wê demê min bi rêya Balyozê Bexdayê yê DYAyê, Dr. Roj Nûrî Şawez û Ammar el-Hekîm xeber ji Serokwezîrê Iraqê Nurî el-Malikî ra şand. Paşê min bi xwe jî telefon kir. Min got ev rêxistin ji bo herêmê talûkeyeke mezin e. Min got werin em bi hev ra çareseriyekê bibînin. Lê Malikî guh neda min. Got 'tu Kurdistanê biparêze, mereq neke, her tişt di rê da ye'."
- "Milîtanan texmîn nedikirin ku wê Mûsilê bi dest bixin"
Barzanî diyar kir ku milîtanan texmîn nedikirin ku wê Mûsilê bi dest bixin û wiha dewam kir: "DÎŞI hat ku mensûbên xwe yên li Girtîgeha Badûşê ya 15 kîlomêtro li rojavayê Mûsiliyê ye xelas bike. Du serbazên Malikî yên bi navê Elî Gaydan û Abûd Gambar hebûn. Li gor wî wê her du serbazan ji bo wî dinya bi dest bixistana. Her du leşker jî hatibûn yekîneya leşkerî ya li wir. Lê ku du-sê topên hewanê li nêzî navendê ketin, li wesaîtên xwe siwar bûn û revîn. Hatin vî aliyê robarê Dicleyê. Piştî ku ew reviyan leşker jî reviyan û tevlihevî çêbû. Gelê Mûsilê jî jixwe bêzar bûbûn."
- "Artêşa Iraqê di nav du saetan da wekî berfê heliya"
Mesûd Barzanî wiha peyivî: "Ji Mûsilê heta Tikrîtê suniyan serî rakir. Artêşa Malikî ku ez jê ra nabêjin artêşa Iraqê ye di nav du saetan da wekî berfê heliya. Artêşa ku hikûmeta Iraqê, DYA û NATOyê deh salan perwerde kir têk çûn. Li ber xwe jî nedan. Dema DÎŞI hat wir hejmara wan 2 hezar jî tunebû. Milîtanan di vê rewşê da dest dan ser û bajar bi dest xistin. Piştî van bûyeran partiyên Kurdistanê hatin bal hev û biryar dan ku em sînorên xwe biparêzin. Me got heta DÎŞI êrîşî me neke em şer nakin. Lewra Malikî ne ew kes e ku meriv pê ra bixebite."
- "Hesabê wan negirt"
Barzanî got ku me hêvî nedikir ku DÎŞI êrîşî Herêma Kurdistanê bike û wiha xeberda: "Di êrîşa DÎŞIyê ya li ser Kurdistanê da du mebest hebûn: Ya yekem pêvajoya serxwebûn û referandûmê hatibû astekê û xwestin bidin sekinandin. Lê sed DÎŞI û hezar DÎŞI jî werin wê pêvajoya serxwebûn û referandûma Herêma Kurdistanê dewam bike. Em dev jê bernadin. Ya duyem jî -ku ev jî bû sedem sunî çavkorî bibin û piştgiriyê bidin DÎŞIyê- meseleya herêma kurdan ên ku ne di bin îdareya Kurdistanê de ne. Yanê herêmên ku dikevin ber benda 140emîn a Destûra Bingehîn a Iraqê. Li gor wan wê DÎŞIyê hemû herêman bi dest bixistana û wê pirsgirêk çareser bibûya. Lê hesabên wan negirt. Hêvî nedikirin ku wê DYA û dewletên YEyê bi lez û bez bên alîkariya me, texmîn nedikirin ku wê pêşmerge berxwedaneke wiha bikin. Ji ber vê jî poşman bûn."
Barzanî diyar kir ku ji ber êrîşên DÎŞIyê zirar û xisarên mezin çêbûn û wiha got: "Lê rewş û giraniya Herêma Kurdistanê jî hat astekê. Hemû serok, serokwezîr û serokomarên dinyayê gotin ku pêşmerge ji bo mirovahiyê şer dikin. Doza me dozeke rasteqîn e. Gelê me jî rasteqîniya xwe îsbat kir. Ji ber vê jî hemû dinya hat hawara me."