ENBAR
Hat ragihandin ku rêxistina Dewleta Îslamî ya Şam û Iraqê (DÎŞI) navçeya El-Qaîmê ya El-Enbara Iraqê bi dest xist.
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên ewlehiyê hatin hildan navçeya Qaîmê piştî ku artêş û hêzên ewlehiyê vekişan ket destê milîtanên DÎŞIyê.
Hat ragihandin ku milîtanên DÎŞIyê dest dane ser hin wesaîtên leşkerî û cebilxaneyê.
Qaymeqamê Qaîmê Ferhan Fetîhan destnîşan kiribû ku di pevçûnên di navbera milîtanên DÎŞIyê û hêzên leşkerî de Serbaz Mecîd el-Fehdawî hatiye kuştin û 3 leşker jî birîndar bûne.