DIYALA
Li bajarên cur bi cur ên Iraqê bûyerên şîdetê berdewam dikin.
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên ewlehiyê hatin bi dest xistin, li Bakûbaya navenda Diyalayê wesayîteke bombebarkirî hat teqandin. Di teqînê de 4 sivîl birîndar bûn û di wesayît û kargehên li hawirdor xisar çêbû.
Li Mîqdadiyeya herêma Diyalayê jî wesayîta ku li kêleka rê veşartibûn, dema şervanên ku piştgirî didin yekîneyên ewlehiyê borîn hat teqandin. Di teqînê de 6 kes birîndar bûn.
- DÎŞI êrîşî rafîneriya Beyciyê dike
Ji aliyê din ve hat ragihandin ku komên çekdar ên di bin serkêşiya Dewleta Îslamî ya Şam û Iraqê (DÎŞI) de ne êrîş dibin li ser rafîneriya neftê ya Beyciyê ya li bakurê wilayeta Salahaddînê.
Gelek leşker tesîsa neftê diparêzin û şahidan diyar kir ku pevçûnên nêzî tesîsê ji berê sibê heta niha berdewam dikin.
Hatibû ragihandin Beyciya ku yek ji rafîneriyên neftê yên herî mezin a Iraqê ye meha borî jî ketibû destê komên çekdar ên di bin serkêşiya DÎŞIyê de. Artêşa Iraqê di operasyonên ku kir de qontrola rafîneriyê dîsa bi dest xistibû.