MÛSIL
Hat îdiakirin ku li Nînovaya navenda Mûsilê milîtanên rêxistina Dewleta Îslamî ya Şam û Iraqê (DÎŞI) "kartên tobê" didin polês û leşkerên ku ji rêvebiriya heyî diqetin.
Ji artêşa Iraqê Serbaz Qasim Ehmed daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir ku polês û leşkerên ku ji êrîşên DÎŞIyê ditirsin, li Mizgefta Es-Sabirîn a li taxa El-Wahdeya Mûsilê tobe dikin û "kartên tobê" werdigrin.
Ehmed diyar kir ku "kartê tobê" wergirtiye û wiha got: "Endamên DÎŞIyê li mizageftê kartan didin. Li odeyeke mizgeftê kesekî rûpêçayî nasnameya min pirsî. Li odeyeke din jî pirs ji min kirin û min jî bersivand. Piştî teslimkirina formê ku tê de nasnameya min a leşkerî heye û lijneya şer'î îmze dike, bi vî awayî kartê tobê didin."
Ehmed el-Ebasiyê ku li Midûriyeta Ewlehiyê ya Nînovayê polês e destnîşan kir ku bi sedan leşker û polês û ji bo xwe bispêrin dikevin dorê ku "kartê tobê" wergirin.
Ebasî wiha got: "Piştî dagirkirina Mûsilê DÎŞI bi şertê ku tobe bikin polês û leşkeran efû dikin. Ev cara sêyem e ku ji bo wergirtina kartê têm vira."
Ev demeke ku li Iraqê pevçûn didomin û hatibû destnîşankirin ku milîtanên DÎŞIyê û hin hêzên eşîran li Mûsil û Tikrîta Selaheddînê û hin herêm bi dest xistine.