ŞANLIURFA - ABDULLAH TEL - SEVİM HATUN
Li Kobanêyê şerê ku di navbera DÎŞI û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) de ev nêzî 15 roj e dest pê kir, car caran bisekine jî bi awayekî tund didome.
Hevseroka Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) Asya Evdila, êrîşên DÎŞIyê yên li ser Kobaneyê ji nûçegihanê AAyê re nirxand û got ku di nêrîna me de xetereya DÎŞIyê li ser hemû Rojhilata Navîn heye û wiha pê de çû: "Heke DÎŞI li hin herêman bicih bibe ev ji bo Tirkiyeyê û tevahiya gelê Tirkiyeyê xetere ye. Îro Kantona Kobanê, yanê sînorê me û Tirkiyeyê yek e. Lazim e ev jî were zanîn. Xetereya ku îro li vir heye, sibê wê li ser gelê Tirkiyeyê jî hebe. Ji bo vê jî çiqas diyalog hebe, destek hebe, em vê erênî dibînin."
Evdilayê wiha dewam kir: "Îro sînorê me û Tirkiyeyê yek e. Di nêrîna me de, xetereya DÎŞIyê li ser hemû Rojhilata Navîn heye. Li ser gelê kurd, ereb û tirk heye. Heta niha ev herêm wek herêmeke kurdan bû û tê de hêzên parastinê hebûn û ji bo Tirkiyeyê tu xetere çênedibû û sînorê Tirkiyeyê dihat parastin."
Hevseroka PYDyê diyar kir ku her kes dizane êrîşên DÎŞIyê ne îro, ji meha adarê vir ve dest pê kirin û bi taybetî jî ji 15ê îlonê vir ve bi awayekî tund didomin.
Li gor Evdilayê DÎŞI di êrîşên xwe yên li ser Kobanêyê de du tiştan dixwaze û yek ji wan komkujiya gelê herêmê ye û ya din jî valakirina herêmê ye.
Herêma Kobanêyê ya ku niha PYD wek Kanton birêve dibe berê di destê rejima Esed de bû û Evdilayê ev yek jî bi bîr xist û wiha got: "Dinya jî dizane û raya giştî jî dizane ku di 19ê tîrmehê de Kobanê ji rejima Baasê hat rizgarkirin û bû herêmeke aram. Li Reqa, Milcimbil, li Cerablusê, yanî gelek hemwelatiyên ereb jî bi hezaran malbat li Kobanê bi cih bûn. Ev him ji bo kurdan û him jî ji bo kesên ku ji ber êrîşên DÎŞIyê koçber bûbûn, bû stargeh."
Asya Evdilayê bal kişand ser sînorê di navbera Tirkiye û Sûriyeyê de û îdia kir ku bi rizgarkirina Kobanêyê sînorê Tirkiyeyê jî tê parastin û wiha domand: "Sînorê di navbera Rojava, di navbera kantona Kobanê û Tirkiyeyê de jî dihat parastin. Ji bo vê jî em êrîşa dawiyê wisa dinirxînin ku li dijî Kantona Kobanê ye, li dijî gele kurd e, lê êrîşên DÎŞIyê li dijî tevahiya mirovahiyê ye."
Evdilayê di daxuyaniya xwe de xwest ku bila milet hêz û çekên piştî dagirkirina Mûsilê ketin destê DÎŞIyê jî bibînin û wiha axivî: "Rewşa Kobanê wisa binirxînin ku ji 15ê mehê heta niha bênavber li ser Kobanê êrîş tên kirin. Yanî êrîşên li ser Mûsilê 2 saet, êrîşên li ser Şengalê em bibêjin du sê saetan dewam nekir, komkujî kirin li Şengalê, herêma wê jî vala kirin ji xelkê wê. Ji 15ê mehê heta niha li ser Kobanê êrîşeke pir dijwar heye û ji van herêmên ku li derdora Kantona Kobanê hene jî alîkarî û destek jê re tê û heye."
Evdilayê wiha qala xetereya li ser gel kir: "Îro bi sîlehên giran diavêjine li ser herêma ku sivîl lê hene. Îro Kobanê jî derdora Kobanê jî sivîl tijî ne. Miletê me yê ku ji herêmê derketiyê îro cardin wan li vê derê hedef digrin. Ya ku em dixwazin divê raya giştî li hemberî vê şiyar be."
Evdilayê bal kişand ku PYD hevpeymana di navbera Yekîtiya Ewropayê û gelek hêzên din jî ku beşdar dibinê erênî dibîne û wiha pê de çû: "Em hemû hewldanên hevbeş erênî dibînin. Biryara ku girtine êrênî dibînin. Hemû kesên ku di nav vê peymanê de cih girtine û li dijî DÎŞIyê ne erênî dibînin. Tiştê ku bikeve li ser milê me, em amade ne bikin. Eger yek bi yek têkevin nava diyalogê, destekê bidin YPGyê bi taybetî ji aliyê leşkerî û ji aliyê teknîkî ve, em bawer in DÎŞIyê derbeya herî mezin bixwe."
Evdilayê destnîşan kir ku li Kobanêyê berxwedaneke pir mezin tê meşandin û wiha dewam kir: "Hêza ku heta niha li hember DÎŞIyê berxwedan kiriye YPG ye û berxwedana gele kurd e, bi îmkanên xwe, bi derfetên xwe kiriye. Xetereya ji bo Kobanê ji bo Tirkiyeyê jî xetere ye."
Evdilayê der barê topên ku di rojên dawîn de ji Sûriyeyê tên avêtin û li aliyê Tirkiyeyê dikevin de jî wiha got: "Ev topên ku DÎŞI davêje Tirkiyeyê û sivîl pê birîndar dibin, ev tehdîdek e. Eger DÎŞI li vir xurt bibe, ev tehdîd li ser Tirkiyeyê dê dewam bike."
- "Divê armanca me yek be"
Hevseroka PYDyê axaftina xwe bi van gotinan qedand: "Divê yekîtî di navbera gelê kurd û gele Tirkiyeyê de hebe, divê di navberê de diyalog hebe, destek hebe. Ji bo gelê tirk jî ji bo gelê kurd jî ev xetere ye. Divê armanca me yek be. Em naxwazin tu însan birîndar bibin. Em li dijî êrîşên li ser sivîlan in. Ji bo vê divê em alîkarî û destekê xurttir bikin."