Di daxuyaniya Konseya Şoreşger a Giştî ya Sûriyê (SRGC) de hat diyarkirin ku hêzên Esed li hin derên herêma Cobarê, li dijî muxalifên biçek gaza bijehr bi kar anî û gelek kes bi jehrî ketin.
Li gor agahiyan kesên bi jehrê ketin rakirin Nexweşxaneya Sehrayê.
Hat ragihandin ku li herêma Cobarê di navberê Artêşa Azad ya Sûriyê (AAS) û hêzên rejîmê de şerekî xedar heye û muxalifan gelek zirar daye hêzên Esed.
Li gorî daxuyaniyê, muxalifên çekdar li herêma Cobara Şamê, pêşveçûna hêzên rêjîmê rawestand.
Hat îfadekirin ku herêmên Berze, Kabûn, Dareyya, Mûaddamiyye û Yermûka Şamê jî bi topên hawanê hatin bombekirin.