HEWLÊR (
Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Sefîn Dizayî ji ber ku destûr da çûn û hatina Pêşmergeyên ku li Kobanê wezîfeya wan kuta bû spasiya Tirkiyeyê kir û wiha got: "Di vê mijarê de rola Tirkiyeyê pir biqîmet e. Bi biryara wan a dîrokî ve me Kobanê ji rêxistina terorê DAEŞê rizgar kir."
Dizayî li Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê beşdarî merasîma pêşwazîkirina Pêşmergeyên ku li Kobanê wezîfeya wan kuta bû û vegeriyan herêmê, bû û li vir daxuyanî da peyamnerê AAyê û wiha xeberda:
"Tirkiyeyê destûr da ku Pêşmerge derbasî Kobanê bibe û Kobanê were rizgarkirin. Ji ber vê ez dixwazim spasiya Tirkiyeyê bikim. Di vê mijarê de rola Tirkiyeyê pir biqîmet e. Bi biryara wan a dîrokî ve me Kobanê ji rêxistina terorê DAEŞê rizgar kir."
Dizayî balkişand ser gîrîngiya rola Tirkiye, DYA û hêzên hevpeymaniyê ya di rizgarkirina Kobanê û wiha dewam kir: "Me bi firokeyên DYAyê ve çek ji birayên xwe yên li Kobanê re şand. Di rizgarkirina Kobanê de roleke aktîf a herêma Kurdistanê, Tirkiyeyê û welatên hevpeymanê çêbû."
Dizayî diyar kir ku pêşiyê tenê ji sedî 15-20ê Kobanê di destê hêzên kurdan de bû û wiha domand: "Lêbelê piştî ku Pêşmerge çû navenda navçeyê, gund û hawirdora wê bi temamî ji terorîstan hat paqijkirin. Pêşmerge wezîfeya xwe bi layîqî anî cih û ji ber vê em jî serbilind in."
Xeynê vê Dizayî wiha jî got: "Çek û wesayîtên leşkerî yên ku Pêşmergeyan bi xwe re birin Kobanê li Tirkiyê ne. Evên bi tiran neqlê Iraqê werin kirin."
Rêveberiya Herêma Kurdistana Iraqê, piştî destûrdayîna Tirkiyeyê, cara ewil di 28ê sermawêza 2014an de yekîneyeke Pêşmerge şand Kobanê. Herwiha koma duyemîn jî di 3yê berfanbarê de şandibûn. Koma sêyemîn a Pêşmerge ya ku ji 150 kesî pêk dihat jî di 16ê rêbendanê de derbasî Kobanê bû û piştgirî da komên kurdan ên ku dijî DAEŞê şer dikin. Yekîneya dawîn a ku ji 27ê sibatê vir ve li Kobanê ye îro vegeriya Hewlêrê.