Komek penaberên ji Sûriyeyê yên ku li Silêmaniyê çalakî li dar xistin ji bo ku vegerin Kobanêyê ji Rêveberiya Herêma Kurdistana Iraqê alîkarî xwestin.
Nûnerê penaberên ji Sûriyeyê ofêsa Parlementoya HKIyê ya li Silêmaniyê ziyaret kirin û demekê bi rayedaran ra axivîn.
Xalît Ebdillah di dawiya civînê da li ser navê penaberan daxuyanî da û wiha got: "Ji ber ku li Iraqê pevçûn dewam dikin hejmara penaberên ji Iraqê zêde bû. Alîkariya mirovahiyê didin penaberên ji Iraqê. 26 hezar penaberên ji Sûriyeyê yên ku li Silêmaniyê ne ev 6 meh e ku tu alîkariyek nestandin. Ji ber vê yekê em dixwazin ku vegerin welatê xwe.
Ebdillah destnîşan kir ku li bakurê Sûriyeyê rewşa ewlekariyê êdî baş e û wiha pê da çû: "Di nav van çend mehên dawiyê da ji 400î zêdetir malbat vegeriyan Sûriyeyê. Nika 200 kes li hêviyê ne ku vegerin malên xwe. Lêbelê pereyê wan ê rê tuneye ji bo vê nikarin vegerin. Em ji hikûmetê dixwazin ku bira ji bo çûyîna van kesan otobêsekê temîn bike."
Ebdillah got malbatên ku dixwazin vegerin Kobanêyê êdî mecbûr nînin ku ji Tirkiyeyê ra herin, Til Ebyad ji destê DAEŞê hat xilaskirin êdî dikarin ji ser Girê Spî ra derbasî Kobanêyê bibin.
Şêrko Hemê Emînê Nûnerê Ofêsa Silêmaniyê ya Parlementoya Kurdistanê jî diyar kir ku daxwazên penaberan gudarî kirin, ew ji bo kesên ku dixwazin vegerin Sûriyeyê alîkariyê bikin.