ANKARA
Sermuzakerevan û Wezîrê YEyê Volkan Bozkir li meqama xwe Balyoza Enqereyê yê Fînlandiyayê Nîna Vaskunlahtiyê qebûl kir. Li wir pirsên rojnamevanan ên der barê Pakêta Ewlehiyê ya Navxweyî de bersivand.
Bozkir got ku berê demeke dirêj ev pakêt di Lijneya Wezîran de hatiye axaftin û der barê vê pakêtê de wan li ser mînakên Ewropayê lêkolîn kiriye. Bozkir wiha axivî: "Di pakêtê de hukmên ku li dijî muqtesebata YEyê be an jî hukmên ku li welatên Ewropayê ne rewacê de bin tunene."
Bozkir got ku dema welatî bixwazin fikrên xwe bi awayekî serbest bibêjin an ku bixwazin meşên xwepêşandanê an civînan bikin neyên acizkirin û rehetî tevbigerin dewlet mecbur e ku welatiyên xwe biparêze. Bozkir daxuyand ku ev parastin jî bi pakêtê ve wê bibe.
- Li dijî molotof û hişbiran têkoşîn
Bozkir got ku di pakêtê de molotof wek çek tê binavkirin û wiha axivî:
"Di dinyayê de li hemû welatên medenî molotof wek çek tê binavkirin. Dema em salên berê dinihêrin 2 hezaran zêdetir wesayît û 2 hezaran zêdetir avahî bi molotofan hatine şewitandin. Gelek mirov û polês bi êrîşên molotofan ve hatine kuştin û birîndarkirin. Ji ber vê divê êdî molotof wek çek bê qebûlkirin."
Wezîr Bozkir got ku di pakêtê de behsa hişbirê jî tê kirin û divê ku ji holê bê rakirin girîngî tê dayîn.
Bozkir wiha got: "Hûn li der û dora dibistanan yekî ku bonzaî an jî hişbirê difroje dibînin. Îxbar heye, lê ji ber ku fermana lêgerînê tune hûn nikarin li ser wî lêgerînê bikin. Heta ku fermana lêgerînê bê ew direve û diçe. Vê veraskiritinê ve bi destûra amirê mulkî ne ji bo hemû polêsan, ji bo hin polêsan di rewşên acil de destûra lêgerînê wê bê dayîn. Sînorê vê jî hene. Divê mijareke ku zirarê dide civakê be, êrîşa cinsî be, mijara zarokan be. Di van rewşan de fermana lêgerînê bilez tê dayîn, lê ev di nav 24 saetan de dişînin ber dadger. Li hemû welatan ev heye."
- Binçavkirin
Bozkir got ku di pakêtê de dema binçavkirinê jî heye û ew li gor welatên Ewropayê tên verastkirin û wiha dewam kir: "Li Tirkiyeyê tê fikirîn ku bibe 24 saet. Ji bo polêsan 24 saet. Bi dozger ve 48 saet. Ev dem li îngiltere û Almanyayê jî wiha ye. Li Îspanyayê 72 saet e."
Wezîr Bozkir got ku wek Wezareta YEyê ew dixwazin ku li meclisê der barê pakêtê de bi hurgilî agahiyê bidin û fikarên muxalefetê ji holê rakin.