LONDRA
Serokê Konseya Serokatiya Sê Dewletî ya Bosna Hersekê Bakîr Îzzetbegovîç diyar kir ku îro jî nijadkujiyên wek Srebrenîtsayê hê tên kirin û wiha got: "Hovîtiyên ku berê li Ruandayê , li Bosnayê hatin kirin îro li hin cihên welatên misilmanan tên kirin.
Îzzetbegovîç duh êvarê li Londona paytextê Îngiltereyê beşdarî bernameya bîranîna salvegera nijadkujiya Srebrenîtsayê ya 19an bû û li wir pirsên AAyê bersivand.
Îzzetbegovîç destnîşan kir ku jibîrnekirina bûyerên hovîtiyê ji bo mirovahiyê girîng e û wiha axivî: "Heke hûn bûyerên wiha ji bîr bikin, li dereke din a dinyayê ev bûyerê dîsa çêbe. Ji ber vê yekê divê mirov dîrokê ji bîr neke û her tîm têxe bîra xwe."
Îzzetbegovîç diyar kir ku îsal di merasima salvegera nijadkujiya Srebrenîtsayê ya 19an de ku dê di 11ê tîrmehê de bê kirin, hestiyên 175 kesan dê di mexberê Potoçarîyê de bên binaxkirin. Îzzetbegovîç bi bîr xist ku sala pêşiya me yê salvegera nijadkujiya Srebrenîtsayê ya 20an be û ji bo vê jî ne tenê li Bosnayê li hemû welatên Ewropayê dê çalakiyan li dar bixin.
Bakîr Îzzetbegovîç li ser ragêşî û êrîşên ku Îsraîl dibe ser Xezeyê jî axivî û wiha got: "Êdî dinya hînî tundiyên Îsraîlê dibe. Ev çend sal in êrîşên hovane dibe ser Xezeyê. Ji bo ku welatiyên Filistînê di rewşeke aram de bijîn divê ev pirsgirêk bê çareserkirin."
Îzzetbegovîç der barê hilbijartina serokomariyê ya Tirkiyeyê de jî wiha got: "Ez wer bawer dikim ku welatiyên Tirkiyeyê dê rayên xwe bidin namzedê herî baş, ew dizanin ku namzedê herî baş kî ye."