ERBÎL
Li Herêma Kurdistana Iraqa Federal, penaberên Sûriyeyî yên li Erbîlê dijîn bi dilşikestî amadehiya cejnê dikin. Penaber dê Cejna Qurbanê cara ewil di konan de derbas bikin.
Li Kampa Kevirkosika ku 30 kîlometre ji bajarê Erbîlê dûr e 15 hezar penaber dijîn. Piraniya penaberên li wir dijîn kurd in. Penaberên kampê her çiqas dilşikestî bin jî, ji bo cejnê amedehiyê dikin. Jin di vê cejnê de ne paqijiya mala xwe, paqijiya konên xwe dikin; mêr jî li cem berberên gerok tiraş dibin. Zarok jî li hêviya şekirên rengîn û pêlîstokên cejnê ne.
Cil û bergên wan ên cejnê
Di kampê de hin dikanên ku ji aliyê penaberan ve hatine vekirin hene û tê de cil û bergên kevin tên firotin, ev yek jî balê dikêşe. Malbatên xîzan ji bo zarokên xwe ji van dikanan kincan dikirin.
Ji bilî paqijî û kirîna kincên kevin tu amadehî li kampê tuneye. Çavên penaberan li destê xêrxwazan e.
Penaber Nîhat Mûhammed Mûrat got em cara ewil e ku qurbanê ser jê nakin û ji bo vê jî dilê me disoje.
Emîne Sîniyê jî da zanîn ku biriya cejnên li welatê xwe dike û got: "Me di cejnê de ewil paqijiya mala xwe dikir. Piştre hevjînên me ji bo cejnê şekir, peqlewe û çîkolata distandin. Du, sê roj beriya cejnê me zarokên xwe dibir sûkê û ji wan re cil bergên cejnê distandin. Bi wî awayî zarokên me şa dibûn. Mixabin di vê cejnê de me bi tenê paqijî kir û em niha ji malên xwe dûr di konan de dijîn."