Haydar Şahin
03 Nîsan 2018•Rojanekirin: 04 Nîsan 2018
AGRI
Pirtûka "Keşfa Sedsalê Keştiya Nûh" a ku teze hat weşandin bi agahiyên xwe va bû sedema nîqaşan.
Wekî Tirkiyeyê li dinyayê jî tê mereqkirin ku gelo Keştiya Nûh li ku derê ye. Ev bi salan e zanyar li ser dixebitin lêbelê ciyê keştiyê hê tam nehat tesbîtkirin.
Di sala 1949an da piştî erdhejê, li nêzî Telçekera gundê Bazîda navçeya Agiriyê rêçên ku hat îdiakirin ji keştiyê mane hatin dîtin, bi salan gelek zanyarên xwecî û biyanî ji bo lêkolînan bikin hatin vê herêmê.
Li Tirkiyeyê di navbera Agirî û Şirnexê da mijara ciyê Keştiya Nûh dibe sedema nîqaşan, Erkan Kosedagê nivîskar ê ji Agiriyê û Cem Sertesenê nivîskar û çêkerê belgefîlman bi pirtûka ku weşandin va nîqaşên teze dan destpêkirin.
Nivîskaran di pirtûka xwe da ji kitêbên hersê dînên pîroz ên mezin û kîtabeyên Sûmeriyan gelek agahî dan, bal kişandin ku pîvana di pirtûkên pîroz da û rêça li gundê Telçekerê yekbiyek hevdu digrin.
Erkan Kosedagê ku çû gundê Telçekerê li vê derê agahî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku bûyer kêmzêde 4 hezar sal beriya mîladê qewimiye.
Kosedag got ku agahiyên li ser keştiyê di hersê kitêbên pîroz da jî hene û wiha pê da çû:
"Em li erdê pîroz ê ku Keştiya Nûh piştî Tofana Nûh lê sekinî ne. Alema zanistê her tim li Çiyayê Agiriyê û Çiyayê Cûdiyê lêkolîn kir. Bi taybetî di sedsala dawîn da lêkolîn li vê herêmê zêde bûn. Forma rêça keştiyê ya li vê derê di erdheja 1949an da derket holê. Piştî erdhejê gelê herêmê ev rêça dît lêbelê du kesan ji dinyayê ra qala vê rêçê kir, yekê wan Yuzbaşî Îlhan Durupinar bû."
Kosedag got ku John Wandermanê bi Durupinar ra ji bo lêkolînê hat herêmê xwest ku parçeyekê pozê keştiyê wekî mînak hilde û wiha pê da çû:
"Ji gundê Telçekerê kêmzêde 10 kesî bi tevir û meran tînin vê derê. Pêşiyê bi tevir û meran xwebitîne lêbelê bi ser neketine û ji bo ku destevala nezivirin xwestine ku dînamîtê biteqînin. Aliyê pozê keştiyê bi dînamîtekê diqetînin û parçeyekê mînak hildidin. Di raporên Salîh Bayraktar da tê gotin ku di lêkolîna li laboratuvarê da madeyên wekî hesin tên dîtin. Me ew raporan jî di pirtûkê da weşand."
Kosedag bi bîr xist ku zanyaran salên 1965-1970yî li ser van rêçan lêkolîn kirin, Dr. Salîh Bayraktutanê ji Zanîngeha Ataturk ya Erziromê li ser vê mijarê xebitî.