ANKARA
Wezîrê Vejen û Çavkaniyên Siruştî Taner Yildiz der heqê çûyîna ceyranê de got: "Dibe ku sedemên vê yên cuda hebin. Vê gavê ji bo me ya girîng ew e ku em şebekê temîr bikin. Em zû bi zû rastî bûyerên wiha nayên."
Yildiz li Slovakyayê pirsên der barê çûyîna ceyrana Tirkiyeyê de bersivandin.
Yildiz destnîşan kir, dibe ku gelek sedemên çûyîna ceyranê hebin û wiha dewam kir: "Heval li ser vê disekinin. Mebesta me ew e ku hemû welatî û sanayîkarên me wê vejenê bi kar bînin."
Yildiz got ku li Enqereyê ceyrana Sîncan, Balgat û Meclisê û gelek cihan hat berdan û wiha dewam kir: "Dibe ku sedemên vê yên cuda hebin. Vê gavê ji bo me ya girîng ew e ku em şebekê temîr bikin. Em zû bi zû rastî bûyerên wiha nayên."
Yildiz got ku li Tirkiyeyê kêmasiya vejenê tuneye û wiha axivî: "Di saet 10.36an de bikaranîna ceyranê kêm e. Destê sibê 7.30, 8.00, 8.30î de bikaranîna ceyranê zêde ye. Ji vî alî ve kêmasiya vejenê tuneye.
Dibe ku di xetên ceyranê de erize derketibin. Em ê li ser sedemên vê bisekinin. Ez dişopînim. Li Enqere Golbaşiyê jî navendeke krîzê heye. Çûyîna ceyranê li vê derê tê teqîbkirin. Ez ê li vê derê serê saetê geşedanan parve bikim."
Yildiz li ser pirsa îhtimala êrîşa sîber got:
"Jixwe birêz Serokwezîrê me bersiva vê pirsê daye. Ev îhtimal zêde ye an na, ez vê gavê nikarim wê bibêjim. Ev êrîşeke sîber e, ez nikarim vê jî bibêjim. Ji aliyê teknîkê ve navendên me yên skalayê hene. Sîstem li van deran tên şopandin."