Berdevkê Wezareta Tenduristiyê yê Hikûmeta Filîstînê Eşref el-Kûdrayê ku bi awayekî fiîlî peywira xwe ya li Xazeyê berdewam dike, daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê. Kûdra got ku di êrîşên Îsraîlê yên hewayî yên ku sibê zû bir li ser Xazeyê de 3 kes mirin, 13 kes jî birîndar bûn. Kûdra dabû zanîn ku di êrîşên berê de jî 20 kes mirin.
Kûdra da zanîn ku ji 7ê tîrmeha ku êrîş dest pê kirin heta niha jimara filîstîniyên ku mirin derket 718an, jimara birîndaran jî derket 4 hezar û 663yan. Kûdra da zanîn ku ji kesên ku mirin 176ê wan zarok û 79ê wan jî jin in.
Li Şeriaya Rojava di 12ê hezîranê de 3 niştecihên cihû winda bibûn û 18 roj şûn de mirî hatibûn dîtin. Pişt re ciwanê filîstînî Mihemed Ebû Hûdayr di 2yê tîrmehê de hatibû revandin û hatibû şewitandin. Îsraîlê piştî bûyeran di 7ê tîrmehê de bi navê "Xeta Parêzker" ji hewayê, di 17ê tîrmehê de jî ji bejahiyê êrîşî Xazeyê kiribû.