ANKARA
Amerîka, Îngîltere, Almanya, Fransa, Swêd, Iraq û Urdun jî di nav de de gelek welatan peyamên piştgiriyê dan Tirkiyeyê ku ew li hember terorê tekoşînê dide.
Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Amerîkayê John Kirby di civîna çapemeniya rojane de behsa lihevkirina Amerîka û Tirkiyeyê kir û wiha axivî: "Em kêfxweşin ku Tirkiyeyê di tekoşîna hevpar a li hember DAEŞê de bargehên xwe yên hewayê ji hêzên koalîsyonê re vekir. Piştî PKKyê hefta borî êrîşên terorê kir operasyonên Tirkiyeyê jî dest pê kir. Tirkiye xwe diparêze û ev jî mafê wê heye."
Serokwezîrê Îngîltereyê Davîd Cameron jî wiha got: "Li gor min Tirkiyeyê li hember DAEŞê çalakiyên xwe zêde kir û ev jî tiştekî baş e."
Cameron destnîşan kir ku ew bi Serokwezîr Davutoglu re li ser telefonê axiviye û wiha got: "Di mijara tekoşîna terorê ya hevpar de em ê zêdetir tiştan bikin ku bila şervanên biyanî ji Tirkiyeyê derbasî Sûriyeyê nebin. Ji bo ku em rê li ber DAEŞê bigrin em bi hev re dixebitin. Me her tim got ku divê DAEŞ ji holê bê rakirin û em li ser vê gotin û armanca xwe ne."
Serokomarê Fransayê Françoîs Hollande jî der barê operasyonên Tirkiyeyê ya li hember DAEŞê de telefonê Serokomar Recep Tayyîp Erdogan kir û spasiya wî kir.
Wezîrê Karên Derve yê Swedê Margot Wallstrom daxuyand ku Tirkiye di tekoşîna li hember terorê û DAEŞê de hevkarê YEyê û wiha pê de çû: "Em amadene ku di vê mijarê de çi hewce bike piştgiriyê bidin Tirkiyeyê. Êrîşa terorê ya li Sirûcê jî li hember hemû mirovahiyê hatiye kirin. Ev êrîş ne bi tenê li hember sîvîlan, li hember polîtîkayên mirovî yên ji bo penaberên sûrî jî hatiye kirin."
Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Îbrahîm el-Caferî got ku DAEŞ ewil li Sûriyeyê derkete holê, lê paşê hemû dinyayê tehdît dike û Iraqê wê di vê tekoşînê de bi ser bikeve. Caferî der barê operasyonên Tirkiyeyê ya li hember DAEŞê de jî wiha got: "Tirkiye ji bo xwe û ewlehiya me biparêze gavan diavêje û em piştgiriyê didin hemû gavên wê."
Berdevkê Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Almanyayê Sawsan Chebliî jî wiha got: "Piştî bûyera Sirûcê diyare ku Tirkiye ji hêla DAEŞê ve tê tehdîtkirin. Ji ber vê Wezîrê Karên Derve Steînmeîer got ku li gor wan normal e ku Tirkiye li hember êrîşên terorê xwe biparêze."
Wezîrê Enformasyonê yê Urdunê û Berdevkê Hikûmetê Mihemed el- Momenî ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ku ew kêfxweş in ku Tirkiyeyê di tekoşîna hevpar a li hember DAEŞê de bargehên xwe yên hewayê ji hêzên koalîsyonê re vekir.
Momenî wiha axivî: "Urdun kêfxweş e ku hedefên DAEŞe yên li Sûriyeyê ji hêla artêşa tirk ve tê bombekirin. Urdun di her gava Tirkiyeyê ya li hember DAEŞê de piştgiriyê dide Tirkiyeyê."
Serokomarê berê yê Îranê Elî Ekber Haşîmî Rafsancanî jî wiha axivî: "Ji ber ku Tirkiye bi DAEŞê re kete şer û ji bo ku mewziyên DAEŞê bên bombekirin ji Amerîkayê re baregeha hewayê ya Încîrlîkê vekir, dibe ku ev koma terorîst ji holê bê rakirin. Bombekirina hedefên PKKyê yên Iraqa Bakur jî wê li herêmê bibe sedema guherînan."
Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Îranê Merziye Afham jî der barê operasyonên DAEŞ û PKKyê de wiha gotibû: "Ji bo tekoşîneke bibandor ya li hember terorê divê dewlet bi hurgilî hevkariyê bikin. Lê dema dikin jî divê rêzê nîşanî desthilatiya neteweyî bidin û li gor rêbazên bingehîn ên hiqûqê yên navneteweyî bixebitin."
Serokwezîrtiyê di 24ê tîrmehê de daxuyaniyek dabû û gotibû ku Hêzên Çekdar ên Tirk li hember rêxîstina terorê DAEŞê li hundirê sînorê Sûriyeyê operasyona dike û 3 hedefên rêxistinê hatin bombekirin.