23 Hezîran 2019•Rojanekirin: 23 Hezîran 2019
Li Hakurka bakurê Iraqê di Operasyona Pencikê da heta niha 57 terorîst hatin berterefkirin.
Wezareta Parastina Neteweyî daxuyand li bakurê Iraqê di Operasyona Pencikê ya ku li herêma Hakurkê bi serkeftî tê meşandin da heta niha 6 terorîstên din jî hatin berterefkirin.
Di daxuyaniyê da hat gotin ji 27ê gulanê destpêka operasyonê pê va hejmara terorîstên ku hatin berterefkirin gihîşte 57an.