15 Rêbendan 2019•Rojanekirin: 15 Rêbendan 2019
DÊRAZOR/ANKARA
Di dorpêçkirina YPG/PKKya rêxistina terorê ya li rojhilata Sûriyeyê, bajaroka Suseyê ya li ser bajarê Dêrazorê da zarokek ji ber birçîbûn û nebûna dermanan mir.
Li gor daxuyaniya nivîskî ya ku li ser malpera înternetê ya Tora Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SNHR) hat dayîn, li bajaroka Suseyê ku dikeve aliyê devera çiyayî ya Dêrazorê û ji aliyê terorîstên YPG/PKKyî va hatiye dorpêçkirin, zarokê bi navê Reyyan el-Ellawî ji birçîna û ji ber nebûna derman mir.
YPG/PKK ev hefteyeke dawîn e ku bi piştgiriya esmanî ya koalîsyonê va êrîşên xwe zêde kirine û duh bajaroka Şîîfeyê bi dest xistibû. Li ser Dêrazora sînorê Iraqê tenê bajarokên Suse û Bagozê di destê DEAŞê da man. Li Dêrazorê li rojavayê Çemê Feratê hêzên rejima Beşar Esed hene. YPG/PKKya rêxistina terorê ji sê paran pareke axa Sûriyeyê dagir dike.
YPG/PKK ji bo ku herêmên mayî ji DEAŞê bistîne nahêle ku sivîl derkevin ji bajarokan ra xida û derman were şandin. Bi hezaran sivîl li du bajarokên dorpêçkirî mehsûr mane.