HEWLÊR
Hat ragihandin ku li Iraqê 450 tirkmen di destê DÎŞIyê de dîl in.
Di rapora ku Saziya Rizgarkirina Tirkmenan amade kir û pêşkêşî parlementoya Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) kir de hat gotin ku 50 jê zarok, 70 jê jin bi tavahî 450 tirkmen di destê DÎŞIyê de dîl in.
Serokê Saziya Rizgarkirina Tirkmenan Alî Kerîm Beyatî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir ku muameleyên hov ên "cara ewil e" DÎŞI li tirkmenan dike tespît kirin.
Beyatî diyar kir rapora ku sûcên li Kerkûk, Selahadîn, Diyala û Mûsilê dijî tirkmenan hatine kirin jî di nav de ji 54 rûpelan pêk tê û ji bo rizgarkirina tirkmenên dîl ji rayedarên hikûmeta navendî ya Iraqê, HKIyê, Tirkiye û saziyên navneteweyî wê alîkaryê bixwazin.
Serokê Komîsyona Mafên Mirovan a Parlementoya HKIyê Soran Omer jî bal kişand ser muameleyên hov ên ku DÎŞIyê li dijî tirkmenan kir û di raporê de jî hene û got ku li başûrê Kerkûkê Beşîra gundê tirkmenan milîtanên DÎŞIyê di 12-13ê hezîrana par de qirqirineke hov kir û cesedê 7 tirkmenan 20 rojî bi stûnan ceyranê ve daliqandî man.
Omer ragihand ku DÎŞIyê di dema dagirkirinê de jî jinek li meydana gund darve kir û ji şêniyên gund 15 kesên ku dixwestin cesedê jinikê rabikin kuştibûn.
Piştî ku hêzên artêşa Iraqê ji navçeya Telaferê vekişiyan navçe di 16yê hezîranê de ket bin kontrola DÎŞIyê. Li ser vê bi deh hezaran tirkmenên şiî ji Telaferê reviyan û xwe spartin herêmên ku di bin kontrola pêşmergeyan de ne. Lê di dema revê de gelek tirkmen ji hêla DÎŞIyê ve hatin girtin, ji wan hin kes hatin kuştin û hin kes jî hê dîl in.
DÎŞIyê di 10ê hezîrana sala par de ket Mûsilê û paşê jî hin herêmên din dagir kir. Şer û pevçûnên ku ji ber dagirkirinê dest pê kiribûn didomin. Hêzên pêşmergeyan û artêşa Iraqê ya ku hin milîsên şiî jî di nav wan de hene ji bo ku axa xwe rizgar bikin operasyonan dibin ser DÎŞIyê. Hêzên koalîsyonê yên bi pêşengiya DYAyê jî ji hewayê bi bombebarandinê ve piştgiriyê didin artêşa Iraqê.