ANKARA
Der heqê 650 endamên rêxistina terorê PKKyê da biryara qefaltinê heye, endamên rêxistinê li dewletên Ewropayê tên qefaltin dîsa jî dewletên Ewropayê wan teslimî Tirkiyeyê nakin.
Hat destnîşankirin Almanyayê ragihand ku îadekirina 300 endamên rêxistina PKK û DHKP-Cyê red dike.
Li gor agahiyên rayedarên ewlehiyê li Ewropayê Holanda û Belçîka pasaporta welatiyên ku tevlî DAEŞê bûne betal dike. Almanya û welatên din ên Ewropayê jî ji bo tevlî DAEŞê nebin dest dide ser pasapot û nasmeyên welatiyên dibe ku tevlî DAEŞê bibin.
- Ewropa PYDyê legal dibîne
Dewletên Ewropayê kesên ku ji Ewropayê tên û li Sûriyeyê li ser navê PYDyê şer dikin wekî terorîstên biyanî nabîne. Dewletên Ewropayê PYDyê legal dibînin ku li dijî DAEŞê şer dikin.
- Ewropa endamên PKKyê naşîne
Der heqê 650 endamên rêxistina terorê PKKyê da biryara qefaltinê heye, endamên rêxistinê li dewletên Ewropayê tên qefaltin dîsa jî dewletên Ewropayê wan teslimî Tirkiyeyê nakin.
Hat destnîşankirin Almanyayê ragihand ku îadekirina 300 endamên rêxistina MLKP, Hizbûllah, PKK û DHKP-Cyê red dike.
- Operasyonên Tirkiyeyê yên li dijî DAEŞê
Hat destnîşankirin ku Tirkiyeyê 319 operasyon bir ser DAEŞê û nêzî hezar kes hatin binçavkirin, lê dewletên Ewropayê van operasyonan piştguh dike û li gor fikra xwe li bûyerên terorê dinihêrin.