Nihat Kavşut
04 Nîsan 2017•Rojanekirin: 04 Nîsan 2017
ZONGULDAK
Serokomar Erdogan: "Ez li Kerkûkê ji xeynî alaya neteweyî daliqandina alayeke duyemîn xelet dibînim. Xwediyê wê alayê divê baş bizanibin cihêkariyê dikin. Ez bang li Rêvebiriya Herêma Kurdistana Iraqê dikim, bila dev ji vê xeletiyê berdin."
Erdogan wiha got: "(Der barê derbeya 15 Tîrmehê) Serokê partiya muxalefeta sereke behs dike ku derbe senaryo ye. Niha ez bangî Kiliçdaroglu dikim heke di destê te de tu belge hebin derkeve û eşkere bike. Ji bo piştî 16yê Nîsanê nehêle, tu yê paşê rezîl bibî. Tu her dem dibêjî di destê min de dosye hene. Heta niha tu gotinên te derneketin, niha derkeve vê bêje."