KERKÛK
Hat ragihandin ku DAEŞa rêxistina terorê, ji Kerkûka bajarê Iraqê "35 kîlometre" hat dûrxistin.
Vasta Resûlê Fermandarê Pêşmergeyan ê Başûrê Kerkûkê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û wiha destnîşan kir: "DAEŞ, herî kêm 35 kîlometre ji Kerkûkê hat dûrxistin. Li başûrê Kerkûkê bi berfirehî tewdîrên ewlehiyê hatin hildan. Hemû rêyên çûnûhatinê yên li vir hatin girtin."
Resûl got ku DAEŞ milîtanên xwe ji bo çalakiyên xwekujiyê şand gundên ser sînor ên wek Atşana, Uzeyriyê û wiha dewam kir: "40 gundên li herêmê ji DAEŞê hatin paqijkirin. Bi vî awayî rê li ber çalakiyên xwekujiyê yên DAEŞê hatin girtin."
Resûl got: "Milîtanên DAEŞê li Beyciyê bin, nahiya Tazehûrmatûyê dikeve xetereyê. Em Kerkûkê baş diparêzin. Niha Kerkûk di bin top û guleyên hawanê yên DAEŞê de nîne."
Resûl got ku ji bo ewlehiya Tazehûrmatûyê divê teqez Beycî ji destê DAEŞê bê xilaskirin û wiha dewam kir: "Eqsê vê dibe ku milîtanên DAEŞê yên li Beyciyê êrîş bibin ser Tazehûrmatûyê. Heke DAEŞ bikeve vir dê hemû gelê herêmê yên şiî bikuje. Herwiha santralên ceyranê yên li vir dê bikevin destê DAEŞê û rêya Bexda-Kerkûkê bikeve xetereyê."