HAKKARÎ
Çiyagerên ku derketin serê Çiyayê Samûrê ku bilindiya wê 3 hezar û 235 raqim e, li vir qehwe vexwarin û kêf kirin.
Nûnerê Federasyona Çiyageran Tirkiyeyê yê Hekariyê Nacî Ertûnç digel çiyager Tarik Bunyamîn Kaya û Muzaffer Temel, serê sibê çûn gundê Ceylanliyê.
Çiyager li cihê bilind ê gund ketin kampê û serê sibê zû hilkişiyan serê Çiyayê Samûrê. Çiyager piştî 8 saetan gihiştin lûtkeya çiyayê ku bilindiya wê 3 hezar û 235 raqim e.
Çiyageran li vir qehwe vexwar û serkeftina xwe pîroz kirin.
Ertûnç ji vir bangî hemû çiyageran kir û got xwezaya li vir zehf xweş e û ev çiya ji bo hilkişîna çiyageran misaît e, divê hemû çiyager bên vir bibînin.
Ji çiyageran Muzaffer Temel jî got ku ew cara ewil e ku hildikişe Çiyayê Samûrê. Temel got divê teqez çiyager bên vê derê bibînin.