ANKARA
Ciwanên ku eslê wan kurd in li ser malpereke bi navê "êdî bes e" kampanyaya îmzeyê dan destpêkirin. Ciwanan got ku divê cudahiya kurd û tirkiyê neyê kirin û hemûyên wan hezkiriyên Tirkiyeyê ne.
Emrah Înançê ku di malpera xwe ya bi navê "www.edibese.org"ê da bi navê "êdî bes e"yê va kampanyaya îmzeyê da destpêkirin daxuyanî da nûçegihanê AAyê û der barê kampanyayaê da agahî da.
Înanç destnîşan kir ku hemûyê kurdan PKKyî an jî HDPyî nînin û wiha axivî: "Di civakê da nêrîneke wiha derkete holê: Kurdan di banê PKK û HDPyê da nîşan didin. HDP komeke siyasî ye em rêzê nîşanî wê didin, lê belê teror tiştekî din e. Dema ku dibêjin terorîst kurd tên bîra hinekan, em li dijî vê ne. Kurd mexdûrê vî şerî ne. Ji ber vê yekê me biryar da malperekê vekin û derdê xwe bînin ziman."
- 10 rojan da 5 hezar û 200 îmze
Emrah Înanç diyar kir ku di 10 rojan da 5 hezar û 200 îmze tov kirin, hin kes jî bi maîl û şîroveyan piştgiriyê didin wan.
Înanç destnîşan kir ku hin kes dema ku şîroveyan dikin ditirsin ku navê xwe binivîsin û wiha pê da çû:
"Em dibêjin netirsin. Em naxwazin herdu alî jî bimirin. Em naxwazin di navbera tirk û kurdan da pevçûn derkevin. Dayika ku li pêşiya morga Meletyeyê lome û gazin dikir jî dayika me ye, bavê ku di cinazeyê cangorî da digiriya jî bavê me ye."
-Banga ji welatiyên Tirkiyeyê ra
Înanç got ku dema dikevin malperê bi navê "Banga ji welatiyên Tirkiyeyê ra" daxuyaniyek weşandin û di daxuyaniyê da dibêjin, "Di van bûyerên rojên dawiyê da têkiliya hişmendî, aqlî û qelbi ya kurdên ciwan û tevgerên terorê tuneye." û wiha pê da çû:
"Em welatiyên vî welatî ne. Hemûyên me tirkiyeyî ne. Hişmendiya me ev e. Dema ku dibêjin "em" em qala hemû welatiyên li welêt dikin. Em tu komeke siyasiya ku derdikevin û dibêjin 'em nûnerên kurdan in' qebûl nakin. Em tu komeke ku têkiliya wê rêxistinên terorê ra hebe nas nakin. Em dixwazin ku birayên me yên ku molotof dane destê wan bira ji destê çete, axayên şeran û îstixbaratên xerîb bên xilaskirin."
Înaç eşkere kir ku kampanyaya wan ew ê hetanî 25ê tebaxê dewam bike, îmzeyên ku tên tovkirin yê wek raporekê bidin hikûmetê û bang kir ku bira ciwanên kurd piştgiriyê bidin kampanyayê.