DIYARBAKIR
Li Diyarbekira ku amadehiya Newroza ku mizgîniya biharê ye dike, eleqeya li ser cil û bergên kurdan zêde bû.
Atolye ji bo siparîşên ku ji derveyî welêt hatin bigihînin gelekî dixebitin û amadehiyan dikin. Herî zêde cil û bergên herêmên Hekarî, Şirnex, Kobanê û Şingalê tên tercîhkirin. Cil û bergên reng bi reng ên ku ji bo jin, mêr û zarokan hatin amadekirin, li maxazayan di navbera 50 û 350 lîreyî de tên firotin.
-"Em hewl didin ku siparîşan bigihînin"
Xwediyê dezgehê Mehmet Kaymak daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û qal kir ku bi nêzbûna pîrozbahiyên Newrozê cil û bergên kurdan bêtir tên firotin. Kaymak got ku "Me îsal ji Fransa, Almanya û Awistiryayê siparîş sitandin. Em bi şev û roj dixebitin û hewl didin ku siparîşan bigihînin. Amadehiyên me hema bêje xilas bûn." Kaymak da zanîn ku wateya Newrozê ji bo herêmê taybet e û wiha axivî: "Wateya Newrozê ji bo herêma Mezopotamyayê taybet e. Mirov gelekî girîngiyê didin van pîrozbahiyan û dixwazin ku bi cil û bergên ji hev rengîntir beşdarî van pîrozbahiyan bibin."
Kaymak got ku ji ber vê yekê cil û berg zêde tên firotin û li gor her budçeyê cil û berg amade dikin.
- "Bi saya Newrozê bazar geş bû"
Kargêr Celal Tokmak jî got ku em di gihandina talebê de zehmetiyê dikişînin. Tokmak da zanîn ku vê mehê gel eleqeyeke mezin nîşanî atolye û maxazeyên ku cil û bergên kurdan difroşin dide. Tokmak bal kişand ku bi awayekî parekende û komî firotinên nav welêt û derveyî welêt zêde ne û wiha axivî: "Bi saya Newrozê bazar geş bû. Şikir ji Xwedê re karên me baş diçin. Wek esnaf tu pirsgirêkên me tunin."
- "Em cil û bergên ku ji bo Newrozê distînin datînin ber serê xwe"
Cîhat Saglamê ku cil û bergên herêmî sitand jî got ku bi kelecanî li benda Newrozê ne û wiha axivî: "Zarok çawa cil û bergên xwe yên ji bo eydê datînin ber serê xwe em jî wisa cil û bergên xwe yên ji bo Newrozê datînin ber serê xwe. Dema dibe sibe wan li xwe dikin û diçin pîrozbahiyan. Newroz cejn e, sembola aştî û biratiyê ye."