QAHÎRE
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên darazê hatin bidestxistin, Dadgeha Cezayê ya Mansûrê der barê 78 kesên ku di pêvajoya geşedanên piştî bûyerên ku li Qada Rabîatul Adewiye qewimîn, bi sûcdarkirina "kuştin, teşwîqa kuştinê, terorîzekirina welatiyan û tevîbûna bûyerên şîdetê" tên darizandin, cezaya heta hetayê da.
Heman dadgehê der barê 20 xwendekarên Zanîngeha Ezherê ya li bajarê Mansûrê bi hinceta ku di heyama ewil a dersan de tevî bûyerên şîdetê bûne, 5 sal û der barê xwendekarê bi navê Mehmûd Seîd de jî 7 sal cezaya hepsê da.