Zeynep Katre Oran
28 Gulan 2026•Rojanekirin: 28 Gulan 2026
Di daxuyaniya CENTCOMê ya li ser hesabê Xa şirketa DYAyê da wiha hat gotin:
"27ê Gulanê bi dema Rojhilat saet 22.17an, Îranê mûşeka balîstîk avêt Kuweytê û mûşek ji aliyê hêzên Kuweytê va hat astengkirin."
Di daxuyaniyê da êrîşa dijî Kuweytê weke "binpêkirina agirbestê" hat pênasekirin û hat destnîşankirin ku ev yek piştî bi saetan ku Îranê 5 droneyên kamîkaze firandin, hatiye lidarxistin.
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku artêşa DYAyê droneyên navborî asteng kirine.