HEWLÊR
Berdevkê hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Sefîn Dîzayî der heqê bangewaziya çekdanînê ya ji bo PKKê hat kirin got: "Her tişt ji bo aştî, aramî, hizûr, biratî, yekîtî û bihevretiyê ye. Em piştgiriyê didin pêvajoya çareseriyê. Çareseriya herî baş aştî û guftûgo ye. Ji ber vê jî ew daxuyaniyên herî dawî em baş dinirxînin."
Dîzayî pêvajoya çareseriyê di serî de ji bo alîkariya leşkerî ya ku Tirkiyeyê da Iraqê, perwerdekirina pêşmergeyan, îxrackirina neftê û operasyona rizgarkirina Mûsilê daxuyanî da nûçegihanê AAyê.
Berdevkê hikûmeta HKIyê rewşa ku niha Iraq tê de ye şîrove kir û ragihand ku heke li Iraqê hemû hêl bibin yek û ev heyama bi pirsgirêk wê bi dawî bibe û wiha dewam kir: "Têkiliyên bi Tirkiyeyê re ne bi tenê di qada siyasî de divê di qada aborî, eskerî, civakî û hemû qadên din de pêşve biçe. Bêîstiqrariya li Iraq, Mûsil, Tikrît û herêma Kurdistanê rasterast û yan jî bi awayekî din dibe ku li ser Tirkiyeyê jî tesîr bike. Ji ber vê jî divê em destûrê nedin tiştên wiha. Bi Tirkiyeyê re lazim e ku em hevkariya xwe zêdetir û mezintir bikin."
- Perwerdekirina pêşmergeyan
Dîzayî der heqê perwerdekirina pêşmergeyan a ku ji hêla serbazên Tirkiyeyê ve tê dayîn de jî agahî da û wiha pê de çû: "Hêzên çekdar ên Tirkiyeyê ji meha îlonê vir ve der heqê bikaranîna hin çekan de pêşmergeyan perwerde dikin. Li herêma Soran û Silêmaniyeyê ev perwerdehî dewam dike. Li gor agahiyên ku me ji pisporên xwe hilda û ev perwerdehî bi awayekî serkeftî didome û dibe ku pêştetir jî biçe."
Dîzayî diyar kir ku DÎŞIyê dema ku ji tebaxa 2014an vir ve êrîşî herêma Kurdistanê kir heta niha Tirkiyeyê ji pêşmergeyan re cebilxane û amûrên din şand lê ji ber rewşa êsîrên Mûsilê û hin sedemên din ev yek eşkere nekirin.
- Pêvajoya çareseriyê
Ji Dîzayî der heqê bangewaziya çekdanînê ya ku di çarçoveya pêvajoya çareseriyê de hat kirin jî hat pirsîn û ji bo vê jî got: "Her tişt ji bo aştî, aramî, hizûr, biratî, yekîtî û bihevretiyê ye. Ev 3-4 salên dawîn in ku Serok Barzanî Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî, Hikûmeta Kurdistanê û Parlementoya wê piştgiriyê didin pêvajoya çareseriyê. Çareseriya herî baş aştî û guftûgo ye. Ji ber vê ye jî ew daxuyaniyên herî dawîn em baş dinirxînin. Em wisa hêvî dikin ku di demeke kurt de him ji dewletê û him jî ji hêla PKKê ve gavên ku hewce dikin bên avêtin."
- Operasyona Mûsilê
'Gelo pêşmerge wê beşdarî operasyona rizgarkirina Mûsilê bibin yan na?' Dîzayî di bersiva vê pirsê de wiha got: "Li herêmê hêza herî baş û xurt ya ku şer dike niha pêşmerge ye. Lê rewşa Mûsilê xesas û krîtîk e. Bi tenê pêşmergeyan bişînin wê derê û tevlî şerê kûçe û kolanan bikin, em vê yekê baş nabînin. Ev dibe sedema hin şerên nû jî. Ji bo rizgarkirina Mûsilê hikûmeta herêma Kurdistanê û pêşmerge wê piştgiriyê bidin lê ji bo vê plan û proje lazim e. Ev yek bi tenê bi pêşmerge û yan jî bi artêşa Iraqê ve naçe serî. Hêz û piştgiriyeke navneteweyî lazim e û niha li ser van tiştan diaxivin. Lê heta niha tiştek nehatiye eşkerekirin."
- Tesîra Îranê ya li ser Iraqê
Dîzayî qala tesîra Îranê ya leşkerî û siyasî ya li ser Iraqê jî kir û wiha pê de çû: "Îran û Iraqê cîranê hev in. Ji hêla siyasî, çandî, dîrokî û civakî ve nêzî hev du ne. Ji ber vê jî ev têkiliya di nav wan de normal e. Çawa ku têkiliyên Iraqê bi Tirkiyeyê re hene bi heman awayî asayî ye ku bi Îranê re jî hebe. Helbet di demên dawîn de artêşa Iraqê rastî gelek zehmetiyan hat, ji qewetê ket û û niha bi piştgiriya Îranê ve heta cihekî hat, li hin deran bi ser ket. Dewleta Îranê vê yekê naveşêre û bi awayekî eşkere dibêje. Piştgiriya Îranê girîng e û heta çi demê wê dewam bike ez nizanim. Hikûmeta federal bi vê yekê çêtir dizane."
- Îxrackirina neftê
Dîzayî diyar kir ku îxrackirina neftê ji ser Tirkiyeyê re didomînin û wiha dewam kir: "Bexda şaş difikire. Heta dawiya salê ew nefta ku dixwazin wê bigiheje ber destê wan. Em niha ji bo vê yekê dixebitin. Ev neft ji xwe li Ceyhanê teslîmî şirketa Neftê ya Neteweyî ya Iraqê (SOMO) tê kirin."