QAHÎRE
Muhammed Bîltaciyê ku li Misrê di Zindana Dûpişkê de girtî ye, bi hinceta salvegera kuştina keça xwe ya Esmayê ya ku par di komkujiya Rabîayê de hat kuştin, nameyek ji keça xwe re nivîsî.
Bîltaciyê ku beriya derbeya li Misrê wek Endamê Komîteya Birêvebirinê ya Partiya Edalet û Hurriyetê wezîfe dikir bi xîtaba "Mamosteya min, mirova mînak, nûra çavên min" dest bi nameya xwe kir. Name wiha didome:
"Salek li ser re derbas bû ku ruhê te yê pak û paqij di nav şehîdên wek stêrkan de gihîşt bal Eshabê Uhdudê û Xwedê. Ruhên paqij li dijî her cure qehr, zilm û îsyanê sekinîn û bi îmana xwe ve ruhê xwe feda kirin."
Bîltacî hisret û kesare xwe ya ji bo keça xwe wiha vegot:
"Keça min a delal, hey Xwedê dizane ku ez çi qas hisret û kesera rûyê te yê rind, dev û lêvên te yên biken, bejn û bala te ya zirav û xweh û xeysetê te yê kemilî me. Ez ji bo vê hisret û keserê sebir dikim, vê sebrê jî tenê Xwedê dide. Encax tu di heman demê de di nav me de dijî û te hîç em terk nekirin. Heta dayîka te di ziyareteke zindanê de sond xwar û got ku 'Esma di nav me de dijî'. Min jî got 'tu rast dibêjî'. Erê ew li cem Rebê xwe rizqê xwe distînin. Dema ku diya te keç û xortan dibîne, keç û xort ji diya te re dibêjin ku em rastî gelek pirsgirêkan tên û di xewna xwe de Esmayê dibînin. Esma di xewnê de mizginiyê dide me, şîretan li me dike û ji me re dibêje heta ku hûn ji tengasiyan difilitin. karê xêrê bikin. Min bixwe ji xwe re got ku tu çi qas karekî baş dikî keça min a delal, beriya şehadeta te û piştî şehadeta te, karên ku tu dikî çi xweş in."
Bîltacî daxuyand piştî ku keça wî hat şehîdkirin û pê ve, bêjeyên wek zindan, mirin û îdamê wan natirsîne û wiha dewam kir:
Em ji ruhê we yê paqij û mumîn hîn bûn ku di rêya Xwedê de fedakarî çawa dibe da ku azadî, edalet û heq tecellî bikin.
Wek gotinên dawiyê ez dikarim bibêjim ku em ji bo te û xwîşk û birayên te yên şehîd di her nimêjê de ji Xwedê re dia dikin ku pileya we bilind bike û me jî ji şehîdên wek we binivîse. Em ji Xwedê re diakar in ku heta me bigihîne evdên xwe yên salih ên Hewza Kewsera Hz. Mihemmed û we, sebr û sebatê bide me. Bila sehabiyên hewza kewserê bizanibin û emîn bin ku peyrevên wan ên saxlem hene û sozê ku dabûn Xwedê bi cih tînin."
Muhammed Bîltacî demek piştî komkujiya Rabîayê hatibû girtin. Bîltacî beriya li Misrê derbe were kirin, Endamê Komîteya Birêvebirinê ya Partiya Edalet û Hurriyetê bû.