Alîkarê Serokê DYAyê Joe Bîden bi Serokê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Mesûd Barzanî re bi têlefonê axivî.
Di daxuyaniya Qesra Sipî de hat diyarkirin ku Bîden ji bo ku li ser rewşa ewlekariyê ya li bakurê Iraqê û êrîş û tehdîdên ku Dewleta Îslamî ya Şam û Iraqê dibe ser sivîlên bêguneh biaxivê bi têlefonê ve li Barzanî geriya.
Hat ragihandin ku Bîden, ji bo kesên ku di êrîşên DÎŞIyê de mirin serxweşî da Barzanî, Barzanî jî li ser êzdiyên ku li çiyayên Sîncarê di tengasiyê de mane û cebilxaneya ku di destê xortên kurdan ên ku Hewlêrê diparêzin de hene agahî da.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Bîden pêşniyaza Obama ya ji bo alîkariya êzdiyan û ji bo parastina amerîkiyên li Hewlêrê êrîşa ji hewayê gihande Barzanî, Barzanî jî li ser vê gotinê ji bo pşitgiriyê ji DYAyê re sipas kir.