LAGOS
Li Nîjeryayê rêxistina Boko Haramê jin û zarok jî di nav de 158 dîlên ku revandibû, serbest berda.
Di daxuyaniya hikûmetê de hat gotin ku rêxistinê 158 dîl li herêma Yobeyê ya ku li rojhilatê bakurê welêt e serbest berda.
Ji Komîsyona Dadê ya parêzgehê Ahmed Gonîrî daxuyanî da rojnamegeran û diyar kir ku kesên ku li gundê Katarkoyê ji hêla Boko Haramê ve hatibûn revandin, serbest hatin berdan û gihîştin malbatên xwe. Gonîrî destnîşan kir ku hikûmet ji bo deruniya wan dîlên serbest hatin berdan wê di hêla psîkolojiyê de piştgiriyê bide û hat ragihandin ku ji gundê Katarkoyê herî kêm 20 kes hê jî di destê Boko Haramê de ne.
Hikûmetê duh jî diyar kiribû ku li hemberî endamên rêxistina Boko Haramê yên li kampên penaberan bi cih bûne wê operasyonekê li dar bixe.