QAHIRE
Li Misrê dadgehê eşkerekirina biryara îdamê ya der heqê Mihemed Mursî û 121 kesên din da texîr kir.
Lijneya dadgehê di rûniştina îro da ku dihat hêvîkirin biryar were eşkerekirin ragihand ku eşkerekirin heta 16ê hezîranê hatiye texîrkirin.
Lijneyê di mijara îdamê da der heqê fikra miftî da daxuyanî neda.
Dadgeha Cezayê ya Qahireyê di dozên "Sîxurî" û "Êrîşa Li Girtîgehan de" ku 166 bersûc hebûn, di rûniştina di 16ê gulanê da dosyeya der heqê Mihemed Mursî û 121 kesên din da ji bo fikra wan a li ser îdamê şandibû miftîtiyê.