07 Adar 2017•Rojanekirin: 08 Adar 2017
KAHÎRE
Malbata Serokomar Mûhemmed Mursiyê ku li Misirê bi derbeya leşkerî va ji wezîfeyê hat dûrxistin îdia kir ku kurê wan Ûsame Mursî li girtîgeha el- Akrebê ya li başûrê Qahîreyê miameleya nebaş dibîne.
Daxuyaniya malbata Mursî li ser hesabê Facebookê yê Ebdullah Mûhemmed Mursî hat weşandin.
Hat gotin ku Ûsame di 8ê kanûna peşîn de hatiye binçavkirin, ji wê rojê vir ve destûr nayê dayîn ku malbat here ziyareta wî, ji bo xwarin, vexwarin û derman jî destûr nayê dayîn ku ew bixin girtîgehê. Ji bo tenduristiya Ûsame rêvebiriya Misirê berpirsiyar hat nîşandan.
Di daxuyaniyê de ji bilî vê hat gotin ku Mûhemmed Mursî jî 3 sal e di girtîgeha Bircul Ereb de ye, destûr nayê dayîn ku malbat here ziyareta wî, bang li Neteweyên Yekbûyî û saziyên navneteweyî hatiye kirin ku ew li ser vê mijarê tiştekî bikin. Ev daxuyaniya Ûsame Mursî jî bi vê re eleqedar e.
Ji hêla din rayedarekî Îdareya Girtîgehan ji nûçegihanê AAyê re got ku ev buxtanên malbata Mursî ne rast in, li girtîgehan ew bi her kesî re wek hev tevdigerin.
Rayedar got ku qedexeya ziyaretê ji ber sedema ewlehiyê tê kirin.