13 Hezîran 2016•Rojanekirin: 14 Hezîran 2016
ANKARA
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan, beşdarî bernameya fitarê ya li Kulliyeya Serokomariyê bû, li vir xîtabî parlementeran kir. Serokomar Erdogan derheqê peywendiyên Tirkiyeyê yê bi Yekîtiya Ewropayê da wiha got: "Têkiliyên me yên bi Yekîtiya Ewropayê ra heta li ku derê dewam bike em ê bibin; lê emê di vê mijarê da ji sekna xwe ya birûmet neyên xwarê, emê berjewendiyên xwe yên netewî biparêzin. Divê tu caran sekna me ya herêmî û milî zirarê nebîne. Tirkiye welateke ji rêzê nîne, gelê Tirkiyeyê mileteke ji rêzê nîne. Ew gotinên wek 'ew ê heta 3 hezaran bisekine' felan bêvan...Bila kes sebra me test neke."
-Divê berî her tiştî rêznameya parlementoyê bê guhertin
Serokomar Erdogan got "Ez zanim ku di rojeva meclisê da gelek mijarên girîng hene. Divê hûn vana teqez bikine rewacê, bi rêya vana hûn pêşiya Tirkiyeyê vebikin. Li gor min divê berî her tiştî hûn rêznameya parlementoyê biguherînin. Lewra rêznameya heyî bersiva xebatên parlementoyê nade, lazim e ev bê guhestin."
Serokomar Erdogan wiha dewam kir: "Parlementerên wiha li ser mesayan digerin bi Komara Tirkiyeyê, bi gelê Tirk nakevin. Xebatên parlementoyê yê di bingeha wan da tehrîkkirin heye li Tirkiye û gelê Tirkiyeyê nayê."
- "Têkoşîna me ya bi rêxistinên terorê ra wê li welêt û derveyî welêt bi biryarî berdewam bike"
Serokomar Erdogan diyar kir ku wê têkoşîna me ya bi rêxistinên terorê ra wê li welêt û derveyî welêt bi biryarî berdewam bike û wiha dewam kir: "Em ê kulma hesinî ya dewletê nîşanî rêxistina terorê bidin, herwiha ew ê gelê herêmê ruyê bi merhemet ê dewletê bibîne. Em ê ji bo aramî û pêbaweriyê çi bergirî hewce dikin hildin. Em ê li ser xeta sînor ê Sûriyeyê bersiva hemî metirsiyan bidin û em ê ji bo vê heta dawiyê derfetên xwe yên siyasî, dîplomatîk, eskerî bikar bînin. Em wekî Tirkiye, kî dibe bila bibe, li bakûrê Sûriyeyê destûrê nadin pêkhatiyeke bi vî şiklî."
Serokomar Erdogan got: "Têkiliyên me yên bi Yekîtiya Ewropayê ra heta li ku derê dewam bike em ê bibin; lê emê di vê mijarê da ji sekna xwe ya birûmet neyên xwarê, emê berjewendiyên xwe yên netewî biparêzin. Divê tu caran sekna me ya herêmî û milî zirarê nebîne. Tirkiye welateke ji rêzê nîne, gelê Tirkiyeyê mileteke ji rêzê nîne. Ew gotinên wek 'ew ê heta 3 hezaran bisekine' felan bêvan...Bila kes sebra me test neke."