QAHÎRE
Serdozgeriya Misrê der heqê ji serokên Îxwanê Muhammed el-Bîltecî de bi sûcdariya ku rêxistina terorê ya bi çek ava kiriye û bi rê ve biriye 15 roj cezayê hepsê da.
Li gor agahiyên ku nûçegîhanê AAyê bidest xistin, jêpirsîna Bîltecî li Girtîgeha Lîmyan Tûrayê ji aliyê serdozgeriya Gîzaya Bakûr ve hat kirin û nêzî 6 saetan dewam kir. Kesên ku jêpirsîn kirin, îdia kirin ku Bîltecî welatî fît kirin ser esker û polêsan û bû sedema tundî û tevliheviyê.
Bîltecî di jêpirsînê de ji wan tiştên ku pê tê sûcdarkirin tu tişt qebûl nekir. Bîltecî diyar kir ku haya wî ji bûyerên tûnd yên li qada Beyn es-Serayatê pêk hatine tûneye û di wê demê de jî ne li wê derê bûye.
Wezareta Karên Navxweyî da zanîn, hêzên li Gîzaya rojavayê Qahîreyê, di ser malekê de girtine û Bîltecî li wê derê hatiye binçavkirin.
Di wêneyên dema ku Bîltecî hatiye girtin de tê dîtin ku polêsan nîşana "serfirazî"yê kirine, Bîltecî jî bi nîşana "Rabîa"yê bersiv daye wan.