BEXDA
Hat ragihandin ku Hikûmeta Federal a Iraqê wek para ji budçeyê di merhaleya ewil de 500 milyon dolar ji Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) re şand.
Wezîrê Darayiyê Hoşyar Zebarî li paytext Bexdayê civîna çapemeniyê li dar xist û wiha got "Hikûmeta Federal a Iraqê 500 milyon dolar ji Herêma Kurdistana Iraqê re şand. Hikûmeta Kurdistanê di çarçoveya peymana ku di navbera Bexda û Hikûmeta Iraqê de hat kirin de, ji duh ve ji Lengergeha Ceyhanê 150 hezar warîl neft da hikûmeta Iraqê."
Zebarî da zanîn ku madeyên ku hefteya borî li ser wan li hev kirin, tên tetbîqkirin û got ku her du alî dê ji bo lihevkirina dawî hevdîtin bikin.
Zebarî destnîşan kir ku dê rêjeya nefta ku tê îxraçkirin zêde bibe û got ku dahata ku ji îxraçkirina neftê bê bidestxistin bi taybetî wê pişgiriyeke girîng bide budçeya 2015an.
Herêma Kurdistana iraqê di 1ê kanûna paşîn de dest bi îxraçkirina neftê kiribû. Hikûmeta iraqê vê yekê li dijî mafên serdestiyê û destûra bingehîn dîtibû û ji adara 2014an pê ve para kurdan a ji budçeyê birîbû. Piştî berteka Bexdayê û êrîşên DÎŞIya rêxistina terorê li Herêma Kurdistanê qeyrana aboriyê dest pê kiribû û nekarîbûn ku mehaneyên pêşmerge, polês û karmendan bidin.
Têkîliyên Hewlêr û Bexdayê piştî hikûmeta ku Serokwezîr Heyder el-Îbadî ava kir nerm bibûn û her du alî di merhaleya ewil de li ser hin madeyan li hev kiribûn.