PARÎS
Li Parîsa paytextê Fransayê hefteya borî li ser kovara henekan Charlîe Hebdoyê êrîş hat kirin û kovarê jî di jimara xwe ya ewil a ku piştî êrîşê çap kir de li ser rûpela xwe ya sereke şexsekî bi cilên sipî bi cih kir û tê îdiakirin ku ev teswîra Hz. Mihemed e. Şûmî û tevgera kovarê dozên ku di salên borî de lê hatibûn vekirin careke din ketin rojevê.
Der heqê mijarê de Sekreterê Giştiyê Konseya Îslamê ya Fransayê yê berê Haydar Demîryurek daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku dema ew jî di rêveberiya konseyê de cih digirt ji ber sûcên "li nîşan û şexsên dînî heqaret" li kovarê çend caran doz vekirin. Lê ji ber kêmasiyên qanûnî tu encam bi dest nexistin.
Demiryurek destnîşan kir ku di sala 2006 û 2007an de dîsa li kovarê ji ber karîkaturekî Hz. Mihemed teswîr dikir çend doz vekiribûn lê der heqê dozan de herdem "bi hinceta azadiya îfadeyê" bêteqîbî hat dayîn û daxwaza wan hat redkirin.
Demiryurek îdia kir ku heke di vê mijarê de li ser qanûnan verastkirin pêk neyê dozên ku di vê qadê de tên vekirin dê negihêjin armanca xwe.
Parêzerê Lîga Îslamê ya Dinyayê ku navenda wê li Parîsê ye Salah Djemaî jî bi Demiryurek re xwediyê heman fikrê ye û balê dikişîne ser kêmasiyên (valahî) qanûnên Fransayê yên ku di vê mijarê de û wiha got: "Di mijara azadiya îfadeyan de ferqê dikin nav misilman û xelkên din. Misilmanên li welêt ji vê yekê kêfnexweş in."
Djemaî ragihand ku ferqa li dijî misilmanan li Fransayê tê kirin heta bi dawî nebe ji dozên bên vekirin wê tu encam dernekeve.
Charlîe Hebdo bi tevgerên xwe yên li dijî dîn û nêrîna xwe ya çepgiriyê tê naskirin. Di kovarê de karîkaturên der heqê xiristiyanên katolîk, Îslam, cihû, polîtîka û çandê de tên weşandin, nûçe û şîrove tên dayîn. Di salên dawîn de ji ber karîkaturên ku heqaretê li Hz. Mihemed dikin diweşand ji hêla civak û komeleyên misilmanan ve gelek doz lê hatin vekirin.