Li Diyarbekirê endamên 72 saziyên sivîl ên civakî biryara darvekirinê ya ku der heqê Serokomar Mûrsiyê ku li Misrê bi derbeyê ji peywira xwe hat dûrxistin, protesto kir.
Kom piştî nimêja înê ya li Mizgefta Mezin kom bû û xwest ku ber bi Qada Şêx Seîd ve bimeşe.
Polêsan destûr neda meşê û bi ava bi tazyîq û gaza îsotê mudaxeleyî komê kir. Kom piştî xirecira ku qewimî ji peyarêyê meşiya qadê.
Nûnerê Bajêr ê Memûr-Senê Yunus Memîş li ser navê komê daxuyanî da û got di şexsê Mûrsî de ji bo ku nîşan bidin ligel birayên xwe yên misilman ên ku di wan de hişmendiya umetê hene, kom bûn. Memîş diyar kir ku ligel hemû gelên mezlûm in û got tehde û despotîzma cuntayê bi tundî şermezar dikin.
Memîş destnîşan kir ku dê bibin şopînerê bûyera mudaxeleya polêsan û wiha axivî: "Gelo li Diyarbekirê di nav ewlehiyê de zihniyetên paralel û alîgirên Sîsî hene? Vê girseyê heta îro aliyê xwe yê muhafazakar her dem parast. Zirar neda moriyekî jî. Em vê êrîşa ser gel û serokên saziyên civakî yên sivîl şermezar dikin."
- "Divê misilman dengê xwe bilind bikin"
Serokê Platforma Banga Tesetturê Mehmet Duyu jî got ku divê li hember zilma li Misrê ya ser misilmanan dengê xwe bilind bikin.
Duyu der barê mudaxeleya polêsan a ser wan de jî got ku "Ji Mizgefta Mezin heta vê qadê bi dehan meş hatin kirin, zirar negiha perê mêşekî jî" û wiha axivî: "Lê belê ew polêsên ku em wan wekî ewladên xwe qebûl dikin, hatin pêşiya me birîn. Me hîkmeta vê yekê fehm nekir. Me 10 deqîqeyan hêvî û lava kir, rewş îzah kir û got ku dê zirara me negihêje tu kesî lê kesekî provokatorî kir. Ez vê ji serokomar, serokwezîr û meqamên eleqedar re gilî dikim."
Kom piştî daxuyaniyê belav bû.