QAHÎRE
Hat diyarkirin ku li Misrê ji berdevkên Rêxistina Birayên Misilman (Îxwan) Yasîr Mûhrîz hat binçavkirin.
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên ewlekariyê hatin hildan, der heqê Mûhrîz de gelekî doz hatine vekirin û ji ber sûcdariya "Teşwîqa tundiyê dike" jî lê digeriyan. Mûhrîz li bajarê Gîzatê li taxa 6ê cotmehê hat binçavkirin.
Der barê girtinê de ji Wezareta Karên Navxweyî ya Misirê tu agahî nehat parvekirin.
Li Misrê ji 3yê tebaxa 2013an heta niha hêzên ewlekariyê li dijî endamên Îxwanê û kesên ku derbeyê protesto dikin operasyonan li dar dixe û endamên Îxwanê binçav dike.